Malbata Hakan Arslan ê li navçeya Amedê Sûrê di şerê 104 rojan de jiyana xwe ji dest da û li nava Sûrê hat definkirin, ev 20 meh in, 571 roj in ku li pey cenazeyê kurê xwe ne. Malbata Arslan banga piştevaniyê kir û got: "Heta ku em li Sûrê cenazeyê xwe yê dawî bigirin têkoşîna me wê bidome." 

Li Sûrê, 22'ê Çileyê 2016'an Hakan Arslan jiyana xwe ji dest da. Malbatê bi riya parêzerên xwe, li girtîgehê hevdîtin bi kesên dema ji Sûrê derketin û hatin girtin re çêkiribû û hîn bûbû ku cenazeyê kurê wan li cem Mizgefta Hasirli li Taxa Hasirliyê hatiye definkirin. Li ser vê malbatê, ji bo cihê cenaze bê derxistin, careke din serî li dozgeriyê dabû. Lê dozgeriyê daxwaza malbatê red kiribû. Malbat bi biryar e ku biçe cenazeyê kurê xwe bîne û bi biryarin heta cenaze wergire jî têkoşîna xwe bidomîne. 

Dayika Hakan Arslan Melike Arslan, diyar kir ku ew bi hesret e ku bigihîje cenazeyê kurê xwe û xwest êdî goreke kurê wê jî hebe û wiha peyivî: “Ez dixwazim êşa 20 mehan êdî bi dawî bibe. Min kurê xwe bi saxî nedît, lê dixwazim gora wî bibînim. Hêj cenazeyê kurê min li Sûrê ye. Lê xerakirin didome. Divê ev xerakirina Sûrê raweste. Ez bang li hemû kesan dikim ku hestiyar bin. Ez cenazeyê kurê xwe li Sûrê dixwazim. Bila di nava kavilan de winda nebe."  


 DÎHABER/ERZROM