Yek ji fermandarê YPG`ê li Kobanê Çiya Gelhat destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê piştî ku bajarê Mûsilê bi destxistin û bi kadroyên xwe yên pispor û bi hemû cureyên çekên giran êrîşe Kobanê kirin û got: “Plana çeteyan ew bû Kobanê di heftayekê de gund û bajarên Kobanê bidestbixin. Lê Şerê ku şervanên YPG/YPJ`ê li Kobanê dimeşand li ser navê hemû mirovahî bû.”
Yek ji fermandarê YPG’ê li Kantona Kobanê Çiya Gelhat, di derbarê yekemîn salvegera berxwedana Kobanê ya sedsalê ji Ajansa ANHA’ê re axivî. Gelhat destnîşan kir ku beriya ku çeteyên DAIŞ ê êrîşa 15`ê Îlonê li ser Kobanê destpêbikin, destpêkê êrîşe Mûsilê kirin, li vir hejmarek mezin ji cebilxane, çekên giran dest danîne ser û wiha domand: “Piştî Mûsil kete bin kontrola çeteyên DAIŞ ê, çeteyan berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Destepêkê çeteyan êrîşe Mexmûr kir, li gorî plana DAIŞ ê Mexmurê dagirbikin û ji wir êrîşe Kerkûkê û Hewlêrê jî bikin, lê li Mexmurê HPG`ê pêşî li êrîşên çetan girt û li hemberî êrîşan berxwedaniyek bê hempa meşandinû êrîşa li ser başûr jî hate rawistandin. Piştî ku li Mexmûrê çeteyan tû encam bi dest nexistin, çeteyan berê xwe dan Şengalê û piştî ku hêzên PDK`ê xwe ji Şengalê vekişandin, çeteyan Şengal dagirkirin û fermana 74`an li ser gelê Êzîdî pêkanîn.
Çiya Gelhat destnîşan kir ku planên çeteyên DAIŞ` ê ew bûn piştî dagirkirina Şengalê, wê ji Şengalê êrîşe Kantona Cizîrê bikin, lê li vir şervanên YPG/YPJ, HPG ê û YJA STAR`ê rê ne da ku planên wan pêk werê û di wê demê de şervanên YPG`ê korîdorek di navberî Kantona Cizîrî û Şengalê vekirin û bi deh hezaran ji gelê Êzîdî ji hovîtiya çeteyan rizgarkirin.
Êrîşa 15`ê Îlonê
Gelhat da zanîn çeteyan êrîşe kîjan herêmê dikir ew herêm kontrol dikir û tu hêz li hemberî wan nikarê berxwe bide, bi vî awayî DAIŞ’ê û hevalbendên wê bi vê pîskolojî û moraleke bilind dest bi êrîşa 15`ê Îlonê kirin û wiha bê de çû:” Armanca çeteyên DAIŞ ê ji êrîşa ser Kobanê ew bû ku şoreşa 19`ê tîrmehê ji Kobanê destpêkir, duyemîn dixwestin navbera Kantona Cizîrê û Kantona Efrînê qutbikin, her wiha çeteyan plandikirin ku piştî Kobanê bikin bin kontrola xwe, wê di navberî Kantonên Rojava qutbikin û wê ji Şengalê jî êrîşe Kantona Cizîrê bikin, piştre wê êrîşe Kantona Efrînê bikin û Efrîn jî bikin bin kontrola xwe.”
Bi Kobanê êrîş destpêkir
Gelhat ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê hejmarek mezin berê çekan dan Kobanê û êrîş destpêkir. Gelhat diyar kir ku çete li gorî hêza êrîşê Kobanê kirin plana ew bû ku bajar û gundên wê di heftayekê de bikin bin serweriya xwe, lê li hemberî vê êrîşê şervanên YPG/YPJ ê berxwedaniyeke bê hemba meşandin û çalakiyên fedayî di berxwedaniya Kobanê de pêş ket, Arîn Mîrkan, Diyar Bagok, Zozan û Êrîşan mînaka wê ne.
Tektîkên şer ên çeteyên DAIŞ ê di bajar de
Gelhat da zanîn ku dema şer derbasî nav bajar bû, çeteyan kadroyên xwe yên herî pispor anîn bajar, sekvanên xwe yên taybet ji bo şerê bajar amadekiribûn, her wiha çeteyan ji bo şerê pîskolojî bimeşînin di bajar de hawan wekî baranê dibarandin û maşîneyên bombebarkirî bi kar di anîn.
Bandora şerê 15`ê Îlonê
Gelhat bi bîr xist ku şer ne tenê şerê Kobaniye û êrîş ne tenê li ser Kobanê bû, lê li hemberî vê jî berxwedaniya ku li Kobanê hate meşandin ne tenê a Kobanê ye û wih bê de çû:”Dijmin jî di wê bawerî de bû ku berxwedanî ne tenê ya Kobanê bû. Şerê ku şervanên YPG/YPJ`ê li Kobanê dimeşand bi navê hemû mirovahî bû. Armanc êrîşa 15`ê Îlonê destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibe. Dijminê me dizanibû ger li Kobanê gelê Kurd were şikandin, wê Kurd li her derê Cîhanî bişkên.”
Gelhat ragihand ku ger Kobanê biketa ji alî navnetewî de jî Kurdan nedikarîbûn li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwe bidane û tu kes jî nikarin li hemberî çeteyên DAIŞ ê berxwebide û pêde çû: “Piştî her kesî zanibû ku Kobanê nakevê, dewletên Navnetewî biryar girtin ku li dijî çeteyên DAIŞ ê şer bike, ji ber ku şer li Kobanê dihate meşandin ne tenê yê Kobanê bû, şerê hemû mirovahî bû.
Gelhat da zanîn ku piştî berxwedaniya ku li Kobanê hate meşandin, cîhanê û mirovahî rastiya gelê Kurd naskir û YPG/YPJ’ê bû hêzeke sereke di Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn de yên ku li dijî terorîstan şer dimeşîne û got: “Rastiya şerê Kobanê hişt ku bi dehan ji şoreşgerên cîhanê berê xwe bidin Rojavayî Kurdistanî û bi taybet Kobanê li dijî terorist şerê bikin.”
Gelhat di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ku berxwedaniya Kobanê di nav gelê Kurd de jî girêdaneke mezin avakir û hêz da gelê Kurd bi tevahî û axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Serkeftina gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê di hilbijartinan de ji berxwedaniya Kobanê ne qut e, her wiha şerê li Başûrê Kurdistanê, Cizîrê û Şengalê li dijî terorîst serkeftina Kobanê ne dûr e.”
ANHA/KOBANÊ