
Hin hêz û kesayetên niştimanî yên Sûriyê li hember êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê, hevgirtineke bi navê ‘Berxwedana Niştîmanî ya Sûriyê’, ava kirin. Hevgirtina nû li bajarokê Arfadê bi amadebûna gelek rojnemevan û endamên Buroya Siyasî ya hevgirtinê, bi daxuyaniyeke ku ji çapemeniyê re hat dayîn, hat ragihandin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Buroya Siyasî ya hevgirtinê Rêzan Hido ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Birayên hêja yên Sûriyeyê gelên herêmê bi dehên salan êş ji desthiltdariya Osmaniyan ku nezanî, paşvemayîn, nefret û şerê di navbera biryan de li peyî xwe hişt,dîtin. Her wiha xêrûbêra me talan dikirin û perçeyên axa me weke Lîwaa Iskenderon birin. Vî Osmaniyê awarte li ser vê erdingariyê û dîroka herêmê cureyên herî xerab ên qirkirina komî li ser gelên dîrokî yên herêmê ji kurd, ereb, ermen, asûr, keldan û suryanan pêk anî.Ev yek hewla dizîna van gelên li ser axa xwe ya dîrokî ne, bû û ew xwe ji van gelan baştir dibîne. Ev yek hişmendiya Hitler a cudakariyê tîne bîra me.Îro jî piştî ku bi riya piştgirtdayîna terorê parçebûn û şer di nava Sûriye de çand, ji bo perçeyên dîtir ji axa Sûriye dagir bike bi bîçimeke nû lê bi heman hişmeniyê li me vedigre.
Ji ber vê yekê li ser bingehê tecrûberya me ya ji zordariya osamaniyan û ji mafê bindestan e ku zorê li ser xwe rakin. Em hevgirtina di navbera komek ji kesayetên niştîmanî ya Sûrî bi navê (Berxwedana Niştîmanî ya Sûrî) radigihînin.”
Armanca vê koalisyonê
Di daxuyaniyê de armancên avabûna ‘Berxwedana Niştîmanî ya Sûriyeyê’ jî wiha hatin rêzkirin:
- Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û yekgirtî ku xwestek û mafê hemû sûriyan bi cih bîne û yekkirina enerjiya wê nakokiyên di navbera pêkhateyên Sûrî de çareser bike.
- Pêşgirtina li dagirkeriya Tirkiye ,nehiştina pêkanîna aramncên wê û vegerandina hermû axa Sûriye ji Cereblusê heta Lîwaa Iskenderon.
- Ji bo azadkirina her bihestek ji axa Sûrî ya digirkirî di pêşrojê de bi hemû hêzên niştîmanî re karkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, bersivên pirsyên beşdaran ên derbarî çawaniya karê hevgirtina nû de ji aliyê Rêzan Hido ve, hatin dayîn.
EFRÎN