
Muslim destnîşan kir ku li Rojava pirsgirêkên weke xwarin, vexwarin, sotemenî, elektrîk û bi kurtî xîzaniyek bêhempa heye û wiha got: “Ji bo vê em pêwîstî bi avakirina hikûmetek sivîl ya demî dîbînin ku bikaribe li çareseriya van pirsgirêkan bigere. Deriyê me ji her kesî re vekiriye ku bê cihê xwe din ava vê reveberiyê de bigre.”
Muslim, der barê şerê Serêkaniyê ya di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên girêdayî Cephet El Nusra de wiha axivî: “Piştî ku hêzên YPG’ê Serêkaniyê ji komên çete yên Cephet El Nusra rizgar kir, van çeteyan li gelek deverên din bi taybet li Til Ebyat (Girê Spî) êrîşî hêzên YPG’ê kirin û di mizgeftan de bang li Ereban kirin da ku di navbera Ereb û Kurdan de şer û dijminiyê derbixin. Her wiha van komên çete bi sedan welatiyên sivîl dîl girtin, malên wan talan kirin, hinek ji wan sivîlan bi îşkenceyên giran re derbas kirin. Lê nekarîn berxwedana gelê Rojava û YPG’ê bişkênin.”
Gel rê neda çetayan
Hevserokê PYD’ê Muslim, balkişand ser herêmên wekî Çilaxa û gelek deverên din cihên nekaribin bikevinê bi guleyên hewanan û êrîşên cuda êrîşî ser gel û hinek bendên qontrolê yên girêdayî asayişê û da zanîn ku wekî hemû dever û bajarên Rojava li vê derê jî hêzên YPG’ê û gelê Kurd yê deverê rê nedan komên çete ku bigihin armanca xwe. Muslim, bang li hemû hêzên navneteweyî û hêzên demokratîk kir ku zextê li ser wan dewletên ku destêkê didin komên çete yên li dijî Kurdan şer dikin, bimeşînin da ku dawî li van êrîş û polîtikayên xwe yên dijî mirovahiyê û dij exlaqî berdin.
DÎHA/HEWLÊR