BERFÎN BAGDÛ / ANF/BEHDÎNAN
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat li ser mijarên di rojevê de peyivî. Hozat bal kişand ser girîngiya têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Şikandina tecrîdê wê faşîzmê ji holê rake û rê li ber zemîneke têkoşîna demokratîk veke.”
Gelekî watedar û hêja ye
Hozat, grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê,hatine destpêkirin jî nirxand û got, “Em vê helwesta Leyla Guven silav dikin. Di heman demê de li hepsan girtiyên şoreşger, li Bakur, Başûr, Rojava û Ewropayê gelê me bi bawerî û birydariyeke mezin van çalakiyan didomîne. Di demekê de ku di şexsê Rêberê me de êrişên qirker-faşîst ên li dijî gelê me veguherîne êrişên topyekûn, ev pêla berxwedanê gelekî watedar û hêja ye.”
Dest li rewşê werda ye
Besê Hozat berxwedana û sekna Leyla Guven jî wiha nirxand,”Leyla Guven mînakeke girîng e ku asta azadiyê ya jinên Kurd radixe pêş çavan. Ev yek sekneke jinê ya bi zanebûn, xwedî îrade, bi rûmet û xwedî rêxistin e. Vê sekna hevrê Leyla nîşan daye bê felsefeya azadiyê ya Rêber Apo çiqasî rast û baş fêhm kiriye. Metirsî dîtiye û dest li rewşê werdaye.”
Dixwaze qirkirinê bibe serî
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat li ser hilbijartinên cihî jî got, “Desthilatdariya faşîst-qirrker a AKP-MHP dixwaze di hilbijartinên cihî de bi ser bikeve û hîmên rejîma faşîst li her qadê mayinde bike.Hewl dide hemû aliyên berxwedêr ên civakê parçe bike, dînamîkên navxweyî yên berxwedanê têk bibe û civakê teslîm bigire. Li Kurdistanê jî dixwaze qirkirinê bibe serî. Ji ber vê yekê hilbijartinên cihî gelekî girîng dibîne.
Qeyûm tê wateya polîtîkaya qirrkirin, dagirkerî û talanê. Beriya her tiştî helwêsta ‘em îradeya we nas nakin’ a li dijî gelê Kurd e. Ev helwêst, nenaskirina hebûna gelê Kurd e. Li dijî vê zîhniyeta faşîst, bi hişmendiya têkoşîna man û nemanê, divê gelê Kurd di hilbijartinên cihî de îradeya xwe bi rengê herî xurt nîşan bide. Girîng e gelê me bi ruhê seferberiyê di hilbijartinên cihî de bixebite û şaredariyên desteserkirî, wergire.”
DYE´yê ji bo xwe kir û dike
Li ser pisa li ser ka biryara Trump a vekişînê ew çawa şîrove dike jî, Besê Hozat got, “Ya rastî ne ku biryarek bû ku em ne li bendê bûn. Divê ev biryar weke beşek ji stratejiya giştî ya Rojhilata Navîn a DYE´yê ye. DYE bi vê biryarê dev ne ji Sûrî û ne jî ji siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn berdide. Berevajî ew siyaseta xwe ya Sûrî û Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn dike.
Aliyê herî darîçav ê destwerdana Bihara Ereb jî li Sûrî derkete pêşberî me. Armanc ew bû ku bi lawazkirina Sûriyê rejîma Baesê bînin rewşeke li gorî berjewendiyên siyasetên herêmê, bikin ku êdî ew Îsraîlê aciz neke. Wekî idn jî pêşîgirtina tevgereke muhtemel a şoreşger bû. DAIŞ jî hinceteke baş bû ji bo ku DYE yekser bikeve Sûrî. DYE´yê li Kobanê bi bi êrişên hewayî yên li dijî DAIŞ´ê li Kobanê, îmaja xwe nû kir û xwe rewa kir.
DYE ji dema ku fizîkî ketiye Rojava, hewl dide xisleta şoreşger a Rojava qels bike, wê kontrol bike û Sûriyê li gorî berjewendiyên sîstema hegemonîk sererast bike. Lê belê hin tiştên li xêra DYE´yê bi dest anîbin jî, encama ku dixwest tam bi dest neanî.”