Tevî ragihandina agirbestê jî di roja 10´an de artêşa Tirk û çeteyên wê êriş kirin. Artêşa Tirk di roja 10´an de nexweşxaneya Serêkaniyê kir hedef.

Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran û şerekî dijwar, bi taybet li Serêkaniyê, rû da. Li Serêkaniyê QSD’ê tevahî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şikandin û di encamê de gelek ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin û birîndar bûn.

Li herêma di navbera gundên Ebû Sira û Çelebiyê yên Girê Spî de şerekî dijwar rû da. Di şerê li vir de 7 çete hatin kuştin û hin ji wan jî birîndar bûn.

Ji wê zêdetir jî QSD’ê 2 panzêr û 3 erebeyên leşkerî li gundên Girê Spî yên li sêgoşeya gundên Kendal, Eyn Îsa û Çelebiyê ne, rûxandin.

Şervanên QSD’ê 2 tank û panzêrek li bakurê navçeya Eyn Îsayê, rûxandin.

Di topbarana artêşa dewleta Tirk a li herêma bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê de leşkerekî rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û 12 jî birîndar bûn.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Hekîme ku pêkhateya Suryan tê de ye, ku dikeve bakurê bajarê Dêrikê, topbaran kir. Her wiha jî top li Navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li gund ket.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hewanan taxên Meyselon, Qenala Siwês ên bajarê Qamişlo topbaran kirin.

Gundên Tirbespiyê jî hatin topbarakirin.

Xelîl: Dewleta Tirk agirbest binpê kir

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl anî ziman ku ew li gorî agirbestê tevdigerin lê dewleta Tirk li gorî wê tevnagere. Ev jî nîşane ye ku aştiyê naxwaze. Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk, piştî berxwedana gel û helwestên navdewletî neçar ma agirbestê ragihîne û ev jî serkeftineke şoreşê ye. Her wiha Xelîl got peymana agirbestê, li pêş lihevkirina wan bi rejîmê re nabe asteng û xwest berxwedan û têkoşîn bidome, ji ber ku hê jî xetere heye.

   

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN