Li gundên rojavayê Girê Spî (Til Ebiyed) komên çete yên El Nusra û hin tabûrên Artêşa Azad êrîş pêk anîn û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçnên dijwar qewimîn. Hat hînbûn ku di van pevçûnan de zêdeyî 40 çete hatine kuştin û 3 wesayît hatine ruxandin. Her wiha li Serêkaniyê jî şerên dijwar hebûn. Çeteyên ku xwestin êrîşî cih û warên welatiyan bikin, rastî berxwedana şervanên YPG’ê hatin. Di şer de çeteyan 6 windahî dan û paşve vekişiyan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şam/El Nusra û hin tabûrên Artêşa Azad êrîşê gundên Çelbê, Bîr Kino, Sedê û Meha yên rojavayê Girê Spî kirine û hêzên YPG’ê bersiva êrîşan dane. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin di şerên li gundên Bîr Kino, Çelbê û Meha de zêdetirî 25 çete hatine kuştin û 3 wesayît hatine ruxandin. Her wiha di şerên li gundê Sedêyê ku 25 km dikeve başûr rojavayê Girê Spî 15 çete hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Girê Spî hatine bi dest xistin heta saetên berê sibehê ambulansan birîndarên komên çete vediguhestin nexweşxaneyên Riha yê. Hat gotin rewşa piraniya birîndaran giran e û 3 birîndar beriya bigihêjin nexweşxaneyên mirine.

Li Serêkaniyê şerê dijwar  

Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî/El Nusra û çeteyên Artêşa Azad duh di saet derdora 05.00'an de dîsa ji aliyê Til Xelef ve êrîş pêk anîn û xwestin ber bi Serêkaniyê ve pêş bikevin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di pevçûnên ku di navbera Serêkaniyê û Til Xelef de heta saet derdora 12.00'an bi dijwarî dom kirin de, tangek êrîşkaran hatiye derbkirin û gelek cebilxane ket destê YPG'ê. Her wiha hat gotin ku li gorî agahiyên destpêkê 6 êrîşkar hatine kuştin.
Komên ku li hemberî bersivdayîna YPG'ê windahî dan, neçar man ku paşve birevin. Li aliyê din, di dema pevçûnan de hate dîtin ku tangên artêşa tirk jî di nava liv û tevgerê de bûn.

Li Serêkaniya ser xetê 5  birîndar

Ji ber guleyên ji kozikên çeteyan ên li Binxetê, li Serêkaniya ser xetê ketin, 5 kes birîndar bûn. Çeteyên El Nusra, ji qada Til Xelefê bi tank û hewanan êrîş birin ser Serêkaniya Binxetê. Piştî vê êrîşa li hemberî deriyê sînor a saet li dora 04.00’an de, pevçûnên dijwar rû dan û hat hînbûn ku çeteyan çekên giran bi kar anîne, ji derdora deriyê sînor hatine derxistin. Tê gotin, pevçûn li qadên Es Rerneccar û Til Xelef ên çete lê asê mane, dewam dikin. Di dema pevçûnan de ji kozikên çeteyan gule li Serêkaniya ser xetê hat reşandin. Yek ji şêniyên navçeyê Aslan Ege yê li Mala Mamosteyan li gel endamên çapemeniyê pevçûn dişopand, bi fîşeka li pişta wî ket, birîndar bû. Ege yê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê, rewşa wî giran e. Her wiha ji ber guleya çeteyan, xebatkarê kargeha li kolana berê ya PTT'ê Ahmet Akkurt ji lingê xwe birîndar bû. Akkurt ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Ji ber guleyên çeteyan, Fatma Alagoz a 70 salî ya li taxa Înkîlapê, Medîne Alagoz a li taxa Yenîşehîrê û Veysî Bayram yê 35 salî yê li nêzî qeymeqamiya navçeyê rûdinê, li malên xwe birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Hat ragihandin ku du guleyên rokêtê yên li navenda sûkê ketine, ne teqiyane.
Pevçûnên li herêmê bi dijwarî dewam dikin û li gorî çavkaniyên herêmî, ji çeteyên El Nusra 30 jê hatine kuştin.

 ANF/SERÊKANIYÊ   




YPG: Partiya Yekîtî rastiyan berovajî dike


Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destnîşan kir ku daxuyaniyên Partiya Yekîtî (baskê Îbrahîm Biro) ji rastiyê dûrin û ev nişana ku partî alîgirê komên çete ye.
Partiya Yekîtî (baskê Îbrahîm Biro) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku fermandariya YPG'ê ya Dirbêsiyê gef li gundiyên Dîkê xwarine û gotiye ku ger gundî rê nedin YPG li ser riya gund bendên kontrolê avabike ew ê gund bişewitîin.
Di derbarê mijarê de Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku daxuyaniyên Partiya Yekîtî (baskê Îbrahîm Biro) bê berpisyarin û ji rastiyê dûrin, ew daxuyanî nîşana wê yekêne ku ev partî piştgiriya komên çete dike.”
Fermandariya YPG'ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: ‘’Meclisa Gel a Dirbêsiyê ji welatiyên gundê Dîkê û gundên derdorê re civînek lidar xist û xwest ku meclisa gund ava bike. Di civînê de mijara ku pêwîste şêniyên gund ji bo parastinê li ser riya gund bendeke kontrolê avabikin hat rojevê, lê endamên vê partiyê xwe ji erkên parastinê paşde kişandin û ji civînê derketin.YPG dê ji bo parastina hemû pêkhateyên Rojva têkoşîna xwe dewam bike. 

DIRBÊSIYÊ