
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê doh danê sibê cara 5'emîn li 4 taxan qedexeya derketina kolanan hate îlan kirin, polîsan li kolana Liyan a Taxa Dîcleyê ji wesayitên zirxî welatî gulebaran kirin. Di êrîşê de, ji 3 kesên birîndar, 2 welatî li cihê êrîşê jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku navê yek ji welatiyên ku hatiye qetilkirin Mehmet Emîn Înan e lê navê welatiyê din nehate zanîn. Li heman taxê, di encama êrîşan de Rabiya Taylan, welatiyekî bi navê Ahmet e û 2 welatiyên ku navên wan nehat zanîn jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku, welatiyên çûne ser cenazeyan û xwestine alikariya birîndaran bikin jî rastî êrîşa polîsan hatine.
Her wiha dema wesayîta zirxî ya tîmên taybet derbas dibû teqînek pêk hat û di encamê de 6 polêsên tîmên taybet bi giranî birîndar bûn.
Berxwedan êrîşan pûç dike
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê ku êrîşên hêzên dewletê bi qedexeyê re girantir bûn, gel jî ji bo xurtkirina berxwedanê ketiye nav liv û tevgerê. Taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle doh beriya qedexeya derketina derve destpê bike, bi êrîşan re rûbirû ma. Di dema şer de, li kolana Kanarya ya Taxa Abdulkadîrpaşayê dema wesayîta zirxî derbas dibû teqînekê rûda. Di encama teqînê de wesayîta zirxî bi temamî rûxiya û 6 polêsên Tirk birîndar bûn. Dîsa, li Taxa Firatê dema kepçeyeke zirxî dixwest bikeve kolana Kordonê, teqînekê tund rûda. Piştî teqînê kepçeya zirxî bi temamî derp xwar. Ji ber êrîşên giran, li taxan elektrîk jî hatiye qutkirin.
Li hember êrîşan gel jî li pişt barîkat û xendekan li ber xwe dide.
Sûr qedexeyê dike teneke
Li navçeya Amedê Sûrê ku ev 6 roj in li 6 taxan qedexe dewam dike, lê tevahiya navçeyê hatiye dorpêçkirin, xelkê navçeyê serhildanê bi pêş dixe. Gelê Sûrê îro li hemberî dorpêç û qedexeyê daket ser Kuçeya Melîk Ahmet û êrîşên polîsan protesto kir. Welatî bi dahol û zirneyê meşiyan û gelê Sûrê yên li balkonên xaniyên xwe jî bi deng derxistinê piştgirî dan meşê. Li ser çalakiya gel, tîmên taybet bi ava şid û guleyên rastîn êrîşî gel kir.
Li Sûrê dîrok tê bombebaran kirin
Li navçeyê tîmên taybet êrîşî nirxên dîrokî jî dikin. Di encama bombebarana tîmên taybet de di Hemama Paşa de şewat derket. Li navçeyê li gelek noqteyan dûxan bilind dibe. Li aliyê din, ji ber bombeavêjên polîsan, li Yogurtçular Pazari jî malek şewitî.
Amed ji bo Sûrê li ser piyan e
Duh bi pêşengiya HDP û DBP'ê bi hezaran kes ji bo qedexeya li Sûrê rabe û piştgiriya berxwedana Sûrê li Meydana Stasyonê kom bûn. Li vir, ji ber ku polîs destûr neda meşê, girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Bi hezaran kes pişt re xwest ku ber bi Sûrê ve bimeşin lê rastî êrîşa polîsan hat. Li ser vê yekê, bi hezaran kes ket nav kuçe û kolanan û di riyên cûda ve xwest xwe bigihînin Sûrê.
Bi hezaran kes li ser Caddeya Yaşar Kemal a Ofîsê bi dirûşmeyan dest bi meşê kir. Polîs, bi wesayîtên zirxî bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kir. Li ser êrîşan, gel jî parastina rewa bi pêş xist. Li gelek deverên navçeyên Yenîşehîr û Baglar, li hemberî êrîşên polîsan çalakî dewam dikin.
MÊRDÎN/AMED