Siyasetvan Dr. Mahmud Osman li ser hesabê xwe yê twîtterê bi peyameke dîmenî helwesta xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê nîşan da û êrişên dewleta Tirk weke terora dewleta Tirk bi nav kir û piştgiriya xwe ya bi berxwdanê re diyar kir. Osman îşaret bi helwêsta şaş a Trumpî kir, silav da şehîdan û ji birîndaran şîfa xwest û got, “Dilniyabin Kurd hemû bi we re ne. Bergirî û berxwedana we cihê şanaziyê ye. Divê berxwedana we dewam bike. Ji ber ku berxwedana we bidome wê siyasetên li dijî Kurdan biguherin û heta dibe ku Trump jî siyaseta xwe biguherîne.” Mehmûd Osman silav da cengaweran hemûyan, qehremaniya Kurdan bi giştî ya li dijî DAIŞê bi bîr xist û got, “Em careke din dikarin vê berxwedana şervan û pêşmergeyên Kurd nîşan bidin.”
FRANKFURT