Di daxuyaniya YPS’ê de ev agahî hatin dayîn:  

“*  Roja 9’ê Tebaxê saet di 18:50 de, li hemberî maşîneke zirxî ya çeteyên qesrê ya li ser rêya Gever-Şemzînanê bû, yekîneyên me li qada Page û Miçiçê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encamê de maşîna zirxî îmha bû, lê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Geverê ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Mazlûm ve hatiye kirin.


Li Wanê YPS li ber xwe dide

*  Li taxa Çelebîbag a navçeya Erdîş a Wanê, yekîneyên me çalakiyek pêk anîn û rêya Adilcewz-Erdîşê kontrol kirin. Zêdeyî 100 wesayît sekinandin û gel agahdar kirin. Saet di 22:00 de çeteyên dewleta Tirk hewl dan mudaxele bikin û gule li gel reşandin.

*  Li taxa Çelebîbagê ji saet 23:00 heta saet 02:00 şer qewimî û panzerek hat rûxandin, 5 polîs hatin kuştin. Çeteyên dewleta Tirk dest ji panzerê berdan û reviyan. çeteyan cara duyemîn hewl dan mudaxle bikin û yekîneyên me li vir jî derbên xurt lê xistin. Di encamê de bi derba roketan maşîneke zirxî ya bi tîpa Akrep hat rûxandin. Li vir jî 2 polîs hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. Yek ji birîndaran payebilind e.


Nasnameya şervanê YPS

* Di van çalakiyan de hevalê me Rojhat Kobanê bi lehengî şer kir û şehîd ket.

Nasnameya endamê YPS’ê yê şehîd ket bi vî rengî ye:

Nasnav: Rojhat Kobanê
Nav û paşnav: Erhan Orak
Navê dê û bav: Hanim -Hayrettîn
Cihê ji dayîk bûnê: Bêdlîs


NAVENDA NÛÇEYAN