Şêniyên bajarên Kantona Cizîrê; Qamişlo, Amûdê, Zirgan û Dirbêsiyê doh herikîn ser xeta sînor ya ku di navbera Rojava û Bakûr û çalakiyên Yekîniya Parastina Sivîl (YPS) silav kirin. Çalakvanan piştgiri dan berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê.
Gelê Qamişlo doh li ser xeta sînor kom bû û berxwedana gelê Bakûr û YPS’ê silav kir. Di çalakiyê de kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bi tûndî şermezar kirin.
Gel li ser sînor al û sembolên Kurdî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dayîkan jî bê navber lîlandin.
Di çalakiyê de li ser nave Meclîsa Gel a taxa Xerbî ya Qamişlo Mûsa Xelîl, li ser navê Saziyên Civaka Sivîl (SCS) Rêveberê Saziyê yê Kantona Cizîrê Mihemed Sehîd û li ser anvê Meclîsa Xeta Gundên Qamişlo Seyfeddîn Hibo axivîn.
Di axaftinan de bang li gelê Kurd hat kirin ku li hemberî êrîşan ku li dijî gelê Kurd pêk tê, hêza xwe bike.
Di axaftinan da hate diyarkirin ku divê her kes piştgiriya berxwedaniya Bakûr bike û hemû derfetên xwe bixe xizmeta şoreşê da ku rêveberiya xweser li Bakûr biser bikeve.
‘Sînor nikare me ji hev qut bike’
Li bajarê Cizîrê jî bi sedan endamên PYD’ê yên Amûdê, Zirgan û Dirbêsiyê li ser sînorê Bakûr hatin gel hev û piştgirî dan berxwedana Bakûrê Kurdistanê.
Di çalakiyê de Endamê Desteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) Mihemed Nebî Kûtê axivî û wiha got: “Ev sînor nikarin gelê Kurd ji hev qut bikin. Gerek em van sînoran ji dilê xwe rakin. Kurdên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo rabûne, tu kes nikare vîna wan bişikîne”.
‘PYD’ê her tim pişgtiriyê bide berxwedanê’
Endamê Meclîsa PYD’ê Ciwan Mistefa jî diyar kir ku Kurd li tevahiya Rojhilata Navîn dibin pêşengên şoreşê û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Divê Erdoxan bizane ku bi rexmî êrîşên wan tu carî vîna gelê Kurd nayê şikandin.”
Ciwan Mistefa diyar kir ku ewê weke PYD’ê her tim piştgiriyê bidin berxwedana Bakûr û got: “Bila Erdoxan ji hevalbendên xwe DAIŞ’ê bipirse kîne Yekîneyên Parastina Gel?.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bimire terora AKP’ê’ û “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Li Beyrûtê ji bo Bakûr çalakî
Bi sedan Kurdistaniyên li paytexta Libnanê Beyrûtê li pêşiya Navenda Netewên Yekbûyî (NY) kom bûn û kiryarên dewleta Tirk li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Beyrûtê, di çarçoveya çalakiyên bîranîna hersê têkoşerên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de çalakî li dar xistin. Çalakvanan komkujiyên hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Bi sedan Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên cangoriyên azadiyê û pankartên bi nivîsên “Em komkujiyê hikûmeta AKP’ê li Cizîra Botan, Silopî, Nisêbîn û Sûrê şermezar dikin”, “Em hemû Bakurî ne”, “Bijî berxwedana Nisêbînê” û “Erdogan ji jinan ditirse” û alên YPG’ê, YPJ’ê, Yekîtiya Star û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilindkirin.
Kurdistaniya çalakiya xwe bi silavkirina îlankirina rêveberiyên xweser li Bakur bi dawî kir.
ANHA/QAMIŞLO/DIRBÊSIYÊ/BEYRÛT