Tevgera jinan a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 103 saliya 8’ê Adarê de jinan bi berxwedanek mezin nasnameya xwe ya jinbûnê bi dest xistiye û bal hat kişandin ku li gel zagonên dij mirovahî yên bi çanda zilam hatine amadekirin jî, berxwedana jinan bi kedek gelekî mezin heta roja îro berdewam kiriye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 8'ê Adarê sembola berxwdana li dijî newekheviya jin û mêran e, di vê rojê de jinan dengê xwe bilind kiriye û ev tişt hatin gotin: “Li Amerîkayê jinan ji bo bidestxistina mafên xwe li dijî şîdet û şêwazên dijmirovahiyê derketin. Di encama vê berxwedanê de li bajarê Newyorkê 129 jinên kedkar bûn qurban. Ji ber ku jinan doza wekheviyê kirin hatin şewitandin. Agirê bedena van jina bû çira û riya hemû jinên cîhanê ronî kir. Îro di encama van berxwedanan de jin di hemû aliyên jiyanê de dikarin dengê xwe bilind bikin û ji bo mafên xwe liberxwe bidin.''
Li ser rewşa jinên Sûryiyê jî di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku jinên li Sûriyê di nava rewşeke zor de jiyan dikin û wiha hat domandin: “Bi taybetî di rewşa şer ku niha li Sûriyê heye de, jin korçebr dibe, tê kuştin, girtin û tecawizkirin. Lê tevî hemû zehmetiyan jî jin liberxwe didin û di nava xebatên siyasî, leşkerî û rêxistinî cîh digirin. Bi hemû hêza xwe ji bo azadiya civakê ku ew jî bi azadiya jinan ve girêdayî ye têdikoşin.''
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku wê li Rojavayê Kurdistanê îsa 8’ê Adarê bi diruşmeya “Berxwdana hevbeş a jinan misogerkirina şoreşê ye” bê pîrozkirin û wiha hat gotin: ''Em bi vê munasibetê 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet ên ku riya berxwedana azadiyê didomîn pîroz dikin. Her wiha em 8'ê Adarê diyarî 3'ê şehîdên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê bi destê îxanetê û hêzên komploger hatin qetilkirin dikin. Em careke din diyar dikin ku 3 jinên hatine qetlikirin li ser rêya azad, edalet û aştiya cîhanê şehîd ketine. Em hemû şehîdên jin ên ji bo azadiyê canê xwe dan bibîr tînin.''
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinên Sûriyê û Rojayê Kurdistanê hate kirin ku di roja jinan bi rihê şoreşgerî li seranserê Sûriyê di nava çalakiyan de bin û li dijî sîstema desthiladariya mêr liberxwe bidin. 

QAMIŞLO




Li Dirbêsiyê meşa jinên ciwan

Li Dirbêsiyê bi armanca pîrozbahiya 8'ê Adarê Rêxistina Jinên Ciwan ya Tevgra Ciwanên Şoreşger, bi beşdariya bi sedan jinan meşek lidar xist.
Li bajarê Dirbêsiyê di çarçoveyê bîrozbahiyên 8'ê Adarê de, Rêxistina Jinên Ciwan a Tevgra Ciwanên Şoreşger bi duruşmeya ''Xebata jinan a hevbeş misogerkirina şoreşê ye'' meşiyan. Meş bi beşdariya sedan jinên ciwan ji Qada Şehîdan destpê kir, Meşvan bi siloganên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jianan dixwazin diqîriyan.
Endama Rêxistina Jinên Ciwan a Tevgra Ciwanên Şoreşger Çanda Remedan ji meşvana re axivî. Remedan bal kişand li ser xebatên jinan ên ji bo wekheviya civakê. Her wiha Remedan diyar kir ku, pêwîste hemû jinên cîhanê li dijî desthiladariya mêr xwe bikin yek. Di dawiya axaftina xwe de Remedan bang li jinan kir bi hemû hêza xwe ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşin.Jinên ciwan bi cilên netewî tevlî meşê bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. 

DIRBÊSIYÊ