Aldar Xelîl got, li herêmê tehlûke hene, lê bi vê re berxwedan jî heye, û ew niha li gorî berê li hemberî hêzên dijber bihêzitirin û hêzên dijber qelstirin.

Xelîl diyar kir ku têkiliyên wan hem bi Emerîkayê hem bi Rûsyayê re hene, lê divê ew pirsgirêkan bi rêveberiya Şamê re bi diyalog û danûstendinê çareser bikin.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl beşdarî ji Ronahî TV axivî û pêşî behsa bexwedana gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û anî ziman ku gelên herêmê 15 rojan di refên Berxwedana Rûmetê de berxwedanek bêhempa nîşan dane.

Xelîl got: “Li gel vê berxwedanê gelek komplo li dijî gelê me, berxwedana wî û li dijî Sûriyê bi giştî têne pîlankirin. Em di pêvajoyek çaranûsî û dijwar re derbas dibin. Lê gelek derfetên mezin hene. Dijminên mirovahiyê û azadiyê êrişî me dikin û pê re tiştên nû têne afirandin. Ne ji derfetên serkeftinê û mercên ku ji me re peyda bûn, dewletên ku li dijî me komplo plan kirine nediciviyan. Heger windahiyên wan çênebûbana nedicivîn ji bo ku êrişan rawestînin. Tişta ku ez dixwazim bêjim ew e ku dewletên ku pîlan dikirin û êrişî me kirin, niha dicivin. Eger em bi serneketina nediciviyan. Niha ew di nav aloziyê de ne û kaxezên wan tev lihev bûne.”

Xeterî heye û berxwedan heye

Niha tu hêza wan nemaye. Ne rejîma mîna berê maye û ne jî Îxwan Muslimîn mîna xwe maye. Heta artêşa azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê mîna berê nemane. Tecrubeya demokratîk ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşketiye, ma û pêşket.”

Bê guman xeteriyek heye. Berxwedana me niha li dijî wê xeteriyê ye. Lê destkeftiyên me hate rûniştandin, vîna me heye û nayê tunekirin. Dibe ku pirsgirêk û aloziyan li pêşiya me derkevin, lê nayên tunekirin.”

Têkiliyên me bi Emerîka û Rûsya re hene

“Li gel têkiliyên me yên bi rayedarên Amerîkî, têkiliyên me niha bi Rûsya re jî hene, ne tenê wisa, lê belê niha têkilî û nîqaşên me bi gelek welatên Ewropî û Erebî re ne. Pêşniyara me ya ji bo hemûyan ew e ku ji ber planên Erdogan ên di herêmê de trajîdiyên bi êş rû nedin.”

Em alîgir in hêzên navdewletî bên

“Ji bo me derbasbûna hêzên navdewletî li ser sînor girîng e, ji ber ku Tirkiyê ewlehiya herêmê têk dibe û beşek ji aloziyê ye, lew re nabe ev herêm di bin çavdêriya wê de dibe. Yanî tişta ku dixwazin bêjin divê hêzên navdewletî ne ji dewletên ku beşek jî vê şerî bin. Ev daxwaz piştî ku em bi Tirkiyê re der barê sînor de negihiştin li hevkirinê, hat.”

Divê bi Şamê re diyalog bibe

Xelîl da xuyakirin ku nêrîna wan ew e ku bi rejîma Şamê re lihevkirin pêk were û got: “Divê ev lihevkirin di pêvajoya aştiyê de û li ser esasê diyalogan pêk were. Divê paşeroja herêmê ji her aliyan ve nîqaş bikin. Îro her kes di berxwedanê de ye, bi têkoşîna pêkhateyan hemûyan îro projeya me ya netewa demokratîk tê sepandin, ji ber ku çareseriya herî guncaw a ji bo aloziyê ye.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN