15 Girtiyên ku ev 50 roj bûn ji ber pêkûtiyên der mirovîn ên li hemberî wan li girtîgeha Tîpa T'ya Osmaniyê ketibûn greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger daxuyandin ku wan dawî li çalakiya xwe anîne. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, BDP'a Hatay, Edene û Osmaniyê, Rêvebirên TUHAD-DER'ê xizmên girtiyan û parêzer jî îro ji bo hevdîtina bi girtiyan re çûn girtîgehê. Dema ku Kişanak bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin pêk dianî Parêzer Vedat Ozkan jî bi girtiyan re hevdîtin pêk dianî. Ozkan dema ji hevdîtinê derket daxuyand ku ji ber daxwazên girtiyan hatine qebulkirin girtiyan dawî bi çalakiya xwe aniye.
Parêzer Ozkan diyar kir ku wî bi girtiyên di grevê de ne Erdal Çelebi, Haci Înan, Aslan Îlhan, Osman Bozkurt û Alî Manas re hevdîtin pêk aniye û gotine: ‘Rêveberiya girtîgehê doh bi wan re hevdîtin pêk anîne, her wiha hevdîtinên wan encam girtine. Hat hînbûn ku li girtîgehê heman pirsgirêk neyên jiyîn bi hemû xebatkaran re civîn hatiye çêkirin.’ Ozkan anî ziman ku ji ber daxwazên girtiyan pêk hatine rêveberiya girtîgehê paşve gav avêtine.
Ozkan anî ziman ku piştî ku çalakî bidawî bûye girtî derketine revîrê û xwarin xwarine û wiha axivî: “Girtiyan gotin, ‘ji ber mijar ket rojeva raya giştî girtîgehê paşve gav avêt.’ Lewma ji bo heman pirsgirêk neyên jiyîn dê têkoşîna girtiyan bidome. Qebulkirina daxwazên girtiyan rewşeke erênî ye. Ji bo careke din heman pirsgirêk neyên jiyîn em jî dê mijarê bişopînin.”
DÎHA/MÊRSÎN
Daxwazên girtiyan
Haci Aydin, Murat Çetîn, Bazî Aslan, Mustafa Îlgen, Îlhan Keklîk, Mehdî Eteş, Osman Bozkurt, Îdrîs Nulîfer, Aslan Îlhan, Lokman Gul, Alî Manas, Haci Înan, Erdal Çelebî, Reşît Taş û Emîn Yildizê ku ev 50 roj bûn li girtîgeha Tîpa T'ya Osmaniyê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de bûn ev daxwazên wan hebûn: “Bila hejmartina leşkerî bidawî bibe. Bi zorê her roj traş neyê kirin. Bila di ketin û derketina girtîgehê de cilên mirovan ji wan neyê kirin. Bila cezayên disîplînê ji holê bên rakirin.”