
Navê Arîn Mîrkan li xwe kirin
Endamê komê Ecem Markoyun hunermendiya kolanan vegot û wiha got: "Ev 2 sal in em bê nav li kolanan stranên kurmancî dibêjin û me hewl da ku em Kurdan bi stranên xwe fêmbikin." Markoyun diyar kir ku wan navê Arîn Mîrkan a ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedaî li dar xistiye dane komê.
Stranan diyarî berxwedêrên Kobanê dikin
Markoyun wiha berdewam kir: "Niha li Kobanê şoreşek tê jiyîn. Me bi sala hewlda ku bi xwendina pirtûkan şoreşan fêm bikin. Lê me bi Şoreşa Rojava dît ku şoreş êdî ne bi pirtûkan bi berxwedana gel pêkan e. Niha li Rojava dîrok tê nivîsandin û ev şoreşa jinêye. Arîn ji bo me xwedî ciheke girîng e." Markoyun anî ziman ku ew heroj stranên ku dibêjin despêkê berxwedêrên Kobanê re diyarî dikin û wisa dest pê dikin û wiha pê de çû: "Em ê jî hewl bidin ku bi stranên xwe şoraşa ku tê jiyîn li metrepolên Tirkiyeyê vebêjin." Markoyun diyar kir ku ji ber ku xwendekarin zivistana tenê bi Enqereyê re bi saînor dimînin, mehên havînê jî gelek navendên Tirkiye û Kurdîstanê stranbêjiya kolanan dikin.
Ji ber Kurdî rastî êrîşan tên
Markoyun diyar kir ku bi taybetî jî ji ber ku Kurdî dibêjin rastî êrîşan tên. Li metrepolên Tirkiyeyê stranên Kurdî faşistan gelekî aciz dike û heman demê de kesên ku piştgiriyê didin û kêfxweş dibîn jî hene. Markoyun anî ziman ku kesên tehemûl nakin hîn zêdetir e.
DÎHA/ENQERE