Berî çendekê li Rojava Yekitiya Nivîskarên Kurd hat damezirandin. Nivîskar Dîlawer Zengî têkildarî yekitiya hatiye avakirin û dîroka nivîsa Kurdî li rojavayê Kurdistanê, damezrîna Yekitiya Nivîskarên Kurd û rola nivîskaran di vê pêvajoyê de axivî.
 Zengî heyama weşana Kovara Hawarê ji salên 1932’yan heta 1943’yan weke serdema Bedirxaniya bi nav kir û dirûvgirtina wêjeya Kurdî bi malbata Bedirxanan ve girê da. Zengî derketina nivîskar û afirînerên mîna Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Osman Sabrî, Qedrî Can, Nûreddîn Zaza û yên din wekî encamê heman dibistanî dibîne. Dîlawer Zengî bi bîr xist ku yekemîn alfabeya Kurdî ya latinî li rojavayê Kurdistanê ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatiye bikaranîn. Dîlawer Zengî li ser peywendiya siyaset û wêjeya Kurdî de jî ev tişt gotin: “Di sala 1957’an de dema ku Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê ava bû, ji bo çand û zimanê Kurdî tiştek nehat kirin, hêj bêhtir nivîskarên Kurd ketin warê ramyariyê û bin bandora partiyan. Hemû berhemên çandî; çi kovar û çi rojnameyên ku di wê çaxê de derketin, girêdayî partiyan bûn. Ev yek bû sedem, ku rewşenbîr û nivîskarên Kurd nebin xwedî dengek azad.”
 
Pêvajoya avakarinê

Zengî pêvajoya amadekariya damezandina yekitiyeke nivîskaran wiha vegot: “Li Rojava ev cara yekemîn e ku piranî nivîskarên Kurd tên gel hev û kombûnekê ava dikin. 11’ê mijdarê me Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyeyê îlan kir. Lê amadekarî ji sala 2004’an ve dest pê kiribûn. Ligel amadekariyên dûvedirêj di encamê de me, bi tevlibûna 144 nivîkaran kongreya xwe li dar xist û şaxên xwe li 7 bajarên Kantona Cizîrê ava kirin.” Zengî got ku damezîna Yekitiya Nivîskarên Kurd yek ji destkeftên Şoreşa Rojava ye û ew hişt ku nivîskar bibin xwedî şopeke nû di civaka Kurd de. Zengî mînaka Maksîm Gorkî û romana wî ya bi navê ‘Dê’ û rola wê di Şoreşa Sovyetê de bi bîr xist û tekez kir ku rola pênûsa nivîskarên Kurd ne kêmî ya nivîskarê rûs ê navdar Gorkî ye. Nivîskarê Kurd Dîlawer Zengî got ku Şoreşa Rojava, bi taybetî berxwedana Kobanê binbariyeke dide ser milê nivîskarên Kurd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi pênûsa xwe xwedî li vê berxwedanê û xwîna ku tê rijandin derkevin. Karibin bi çandekê nû û mêjiyeke nû, romanekê nû, helbestekê nû, şanoyekê nû, çîrokekê nû biafirînin û bibin xwedî roleke sereke di pêşveçûna civakê de û pêşengtiya gel bikin.”

HESEKÊ