Pêr di saetên ber êvarê de cenazeyên şervanên YPG’ê Fedekar Polat, Gîvara, Nuredîn Gulo, Zinar Reşîd, Mihemed Elî Şêxo û Endamên Meclisa Gel a Eşerfiyê Mihemed Selman (bavê Dara), Endamên Meclisa Gel a Helebê Ebdo Zerdeşt û şervanên Eniya Cebhet El-Ekrad Emar Xelîl û Şahîn Resûl û endamê Asayîşa Helebê Şervan Memo ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Refîq spartin axê. Girseya gel cenaze ji navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê wergirtin û bi karwanekî ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Refîq a li naveçeya Mabata ya Efrînê bi rêkirin. Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Arşem Kurdam, li ser navê YPG’ê Jîndar Efrînî, li ser navê Meclisa Gel a Helebê Dr. Osman Şêx Îsa, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axaftin kirin.

Di axaftinan de berxwedana gelên Rojava hat silavkirin û soza bilindkirina tekoşînê şehîdên azdiyê hat dayîn.

EFRÎN