
GIRKÊ LEGÊ: Li bajarê Girkê Legê jî navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgaran şanoyek pêşkêş kir. beriya şano bê pêşkêşkirin beşdarvan bi deqeyek rêzgirtinê rawestiyan û piştre Endamê Tevgera Çand û Hunerê Xelîl Tehlo axivî û Berxwedêrê Kurd Yekta bibîr anî û berxwedana kobanê silav kir. Tehlo, bal kişand ser girîngiya şano û rola wê di pêşxistina hunera civakê de.
Piştî axafitnê Koma Şehîd Yekta ya Zarokan û koma Şehîd Hêvî 2 şano pêşkêş kirin. Di dawiya çalakiyê de raporek li ser jiyana şanoger û şehîd Yekta hate xwendin û Hunermend Eyhan Cizîrê stran pêşkêş kirin.
HESEKÊ: Li Hesekê jî bi tevlîbûna sedan kesî şahiyek hate lidarxistin. Şahî li navenda Çand û Hunera Demokratîk a li taxa Miftî hate pêşkêşkirin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Qasim Qasim li ser jiyan û tekoşîna berxwedêr Yekta axivî û da zanîn ku jiyana xwe di nava berxewdana Kurdistanê de feda kir. Şahî bi şanoya Şehîd Malik a Koma Tolhildan û koma Şehîd Osman şano pêşkêş kirin.
Şahî bi pêşkêşkirina sinivizyona li ser jiyana berxwedêr Yekta û wêneyên wî bi dawî bû.
AMÛDÊ: Li bajarê Amûdê jî li gorî wesiyeta berxwedêr Yekta 3 şano li kolanên bajarê Amûdê hatin pêşkêşkirin. Bi sedan endamên koma Şehîd Yekta li meydana Çerxeriya Qamişlo kom bûn û berê xwe dan meydana Şehîd Cîhad, li vir şano hate pêşkêşkirin. Endamên Komê yên zarok jî şêranî li welatiyên li sûkê bûn belav kirin.
Piştre Endamê çand û Hunerê Hesen Fadil ji beşdaran axivî û berxwedêrê Kurd Yekta bibîr anî.
EFRÎN: Tevgera Çand û Huner ya herêma Efrînê li navenda xwe ya Efrînê merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Endamê Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz Mihyedîn Erselan axivî û berxwedêrê Kurd bibîr anî. Piştre Endama Rêveber a Çand û Hunerê Zozan Qamişlo axivî û da zanîn ku ew ê heya dawiyêli ser xeta berxwedanê ya berxwedêr Yekta bimeşin. Merasîm bi pêşkêşkirina şanoyekê bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN