
Li navçeya Hezroya Amedê gora ji berxwedêrên Kurd ê Efsanewî Şêx Fexrî Bukarkî û 17 hevalên wî pîroz tê dîtin. Şêx Fexriyê ji malbata Bakurkiya wekî şêxên Qamişloyê tê zanîn û Bismiliye û 17 hevalên wî di têkoşîna piştî serhildana Şêx Seîd de, di 17'yê Cotmeha sala 1933'an de li Geliyê Godernê, Newala Hesîka, Şkefta Ganîkê ya li sêgoşeya Farqîn-Pasur- Hezroyê di operasyona artêşa Tirk de piştî berxwedana bi rojan jiyana xwe jidest dida. Şêx Fexrî û 17 hevalên wî di gora ku li girê Cîrîtê de bi cilên xwe yên bixwîn tên veşartin. Gelê herêmê gora Fexrî û 17 hevalên wî veguherandina tirbeyê. Gel her sal diçe vê tirbeyê û ji bo daxwazên wan pêk bê daxwazan dike.
Têkoşîna li dijî zihniyeta yekperest
Neviyê Şêx Fexrî Sinan Ongoren, diyar kir ku têkoşîna kalikê wî û hevalên wî li dijî komara Tirk a li ser bingehê yek zihniyetî hat avakirin pêş ket. Ongoren got; "Osmanî bi nasnameya Kurd dihatin nasîn. Lê komara Tirkiyeyê xwest ku yek ziman, yek milet û yek dewlet bide rûniştandin. Şêx Fexrî û hevalên wî li dijî vê yekê şer kirin. Mûfetîşê Ûmumî yê wê demê Îbrahîm Talî Bey ji bo Şêx Fexrî û hevalên wî dev ji vê têkoşîna xwe berdin bi wan re hevdîtinê pêk tînin. Tevî ku mûfetîş dixwaze 4 gundan bide bapîrê min jî ew vê yekê qebûl nakin û dev ji têkoşîna xwe bernadin."
'Gora wan veguheriye ciheke pîroz'
Ongoren anî ziman ku têkoşîna Şêx Fexrî û hevalên wî heta Cotmeha 1933'an dewam dike û wiha axivî: "Şêx Fexrî û hevalên wî di şkefta Ganîkê ya li binya gundê Godernê ya herêma Hevedaya Pasûrê de ji aliyê leşkerên ku bi pêşengiya milîsên Badika û Xiya de ji Amed, Çewlik, Mûş û Farqînê hatine ve tên dorpêçkirin. Piştî pevçûnên dijwar kalikê min û 17 hevalên wî şehid dikevin. Cenazeyên wan jî piştre li girê Cîrît a Hezroyê di gorekî de bi cilên xwîn tên veşartin. Gora Şêx Fexrî û hevalên wî ji aliyê Hezroyiyan ve binirx tê dîtin û wekî tirbe tê qebûlkirin. Yên tên ser vê gorê ji bo daxwazên wan pêk bê keviran bi gorê dizeliqînin, benik bi daran vedikin û dua dikin.
Şêx Fexri Bukarkî
Şêx Fexri Bukarkî di sala 1899'an de li gundê Qamişloya navçeya Farqîna Amedê ji dayîk bû. Malbata wî jî wekî malbatên Septî, Nehrî û Barzanî endamê terîqata Nexşîbendî ye. Şêx Fexrî miroveke kubar, bi sebir, mêrxwaz û comert e. Tevî vê yekê bi perwerdehiya medrese û terbiyeya malbatê xwedî kesayeteke oldar, adil û bawermend e. Di nav malbat û derûdor de wekî pêşeng tê dîtin. Di dema ku Şêx Fexrî li Malegirê baregeh datîne şêniyên Farqîn, Lîce, Hezro, Pasur û derûdor ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî tên gel wî û nêrîna wî dipirsin. Derveyî nûkeran herkes pirsgirêkên xwe ji Şêx Fexrî re dibêjin. Şêx Fexrî dibe xewna reş a nûkerên zilmê dimeşînin û malê gel xesp dikin. Baregeha Malegirê hem rolê hêza leşkerî ya demê û hem jî wekî dadgeha gel tê dîtin. Di heman demê de wekî saziyeke civakî jî tê nirxandin. Şêx Fexrî Bukarkî di navbera salên 1928-1933'an de li Malê Gir a Farqînê bi salan şervanên Kurd perwerde dike. 17'yê Cotmeha sala 1933'an li Geliyê Godernê, Newala Hesîka, Şkefta Ganîkê ya li sêgoşeya Farqîn-Pasur- Hezroyê artêşa Tirk operasyoneke berfireh destpê dike. Operasyon bi rojan berdewam dike û pevçûn rû didin. Leşkerên Kolorduya Amedê, Alaya Sêrtê, Alaya Farqînê, Bêdlisê, cerdevan, begên Hezroyê, mîrên derûdor û eşîreta Badikî û Xiyanê yên nûker tevlî pevçûnan dibin. Şêx Fexrî û 17 hevalên wî di vê pevçûnê de jiyana xwe jidest didin.
DÎHA/AMED