
Yek ji mezinitrîn damezrînerê romana Kurdî ye
Çawa ku wêjeya Kurdî bi Mehmed Ûzûn dest pê nekiriye, romana Kurdî jî pê dest pê nekiriye. Beriya ku Ûzûn hay ji zimanê xwe hebe û dest bi romana Kurdî bike, nivîsandina romana Kurdî ewil di sala 1935’an de li Yêrîvana Ermenîstanê bi “Şivanê Kurmancan” a Erebê Şemo dest pê dike. Pişt re li Qafqasyayê ji aliyê Erebê Şemo, Eliyê Evdirehman, Heciyê Cindî, Sehîdê Îbo; li Başûrê Kurdistanê Rehîmê Qazî û Îbrahîm Ehmed, li dîasporayê Birîndar, Mahmût Baksî hwd. roman nivîsandine. Lê taybetmendiya ku romana Ûzûnî ji ya van navên diyarkirî cuda dike “modern”bûyîn e. Dema mirov romana Kurdî wek a klasîk û ya modern ji hev veqetîn e, ya Ûzûnî di kategoriya ya modern de ye, li gor serdemên xwe bêtir xwe gihandiye civakê û di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje yek mezintirîn damezrînerê romana Kurdî ya modern e.
Nivîskarê zimanekî qedexe
Mehmed Ûzûn ê ku digot, “Ez nivîskarê zimanekî qedexe me” û xwedanê 7 romanên Kurdî û bi zimanê Kurdî, Tirkî û Swêdî bi giştî xwedanê 13 lêkolîn, destan-zêmar, antolojî, ceribandin û rojnivîska ye di sala 1953’yan de li Sêwrega Rihayê wek zarokekî eşîreteke mezin tê dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Sêwregê dixwîne. Heta 7 saliya xwe bi Tirkî nizane, lê dema dest bi dibistanê dike, di roja ewil a dibistanê de ji ber bi Tirkî nizane mamoste sîleyekê lê dide. Têkildarî vê bûyerê Ûzûn di hevpeyvînekê de dibeje ku, ew piştî vê sîleyê fêrî Tirkî bûye.
Yekemîn mamosteyên wî yên Kurdî Apê Mûsa û Ferît Ûzûn in
Ûzûn di salên 1970’yî de, li nav tevgerên çepgir cihê xwe digire û di Muxtiraya 12’ê Adara 1971’ê de bi hinceta li ser dîwaran dirûşme nivîsandine, di 3’yê Adara 1972’yan di 18 saliya xwe de li Sêwregê tevî 28 kesî tê girtin û li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê li gel kesên wek Mûsa Anter, Tarik Ziya Ekîncî, Canîp Yildirim, Mehmet Emîn Bozarslan, Edîp Karahan û Îsmaîl Beşîkçî dimîne. Li vê girtîgehê cara ewil, lê bi awayekî cidî nasîna wî û Kurdî çêdibe û her wiha yekem car li vir Mûsa Anter û pismamê wî Ferît Ûzûn dersên Kurdî didine wî û fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibe.
Di 1976’an de cara yekem nivîs û helbestên wî der diçin
Piştî ji girtîgehê dertê, ji bo xwendina bilind berê xwe dide Enqereyê. Ûzûn, li vir jî daxilî çalakiyên siyasî dibe û di 1976’an de dibe gerînendeyê weşana Kovara Rizgariyê ya di bin banê Weşanên Komalê de der diçe. Cara yekem nivîs û helbestên xwe yî Kurdî di vê kovarê de diweşîne. Lê ji ber wê demê zimanê Kurdî qedexe ye, kovar tê desteserkirin û dubare Ûzûn tê girtin. 9 mehan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamaka Enqereyê dimîne. Dema li dadgehê tê darizandin dozgerê leşkerî di îddianameyê de diyar dike ku ‘Bi navê Kurdî zimanek tune ye’ û heqaretê li Kurdî dike. Ev heqaret tesîreke zêde li Ûzûnî dikin, ku di hevpeyvînekê de ji bo wê demê wiha dibêje: “Ez bi vî zimanî welidîm. Dê û bavên min bi vî zimanî diaxivin. Dema digotin ‘Kurd tune ne, Kurdî tune ye’ ez pir pê diêşiyam. Li dadgehê li hemberî vê rewşê mirov dixwest biqîre. Li girtîgehê ji bo ez Kurdî wek zimanekî modern di wêjeyê de bi kar bînîm, zêde hestiyar dibûm.”
Di 29 salên xwe yî sirgûniyê de 20 berhem afirandin
Piştî tê berdan, dema dibîne ku dêmehkûmiyeta wî bê tesdîqkirin, berê xwe dide sirgûnê. Ji sala 1977’an heta 2006’an li Swêdê bi cih dibe. Dema li sirgûnê ye li Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi kesên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Rewşen Bedirxan, Îbrahîm Ahmed, Hesen Hişyar û Nûreddîn Zaza re têkiliyê datîne û pêlekê li romana Kurdî ya modern dixe. Ku Ûzûn ji bo sirgûniya xwe wiha dibêje: “Heke sirgûn nebûma, min ê bi Kurdî edebiyatek neafirandana.” Ûzûn, di qlûba PEN’a Swêdê û ya navneteweyî de cih girtiye, endamtiya Yekîtiya Rojnamegerên Swêdê û Cîhanê kiriye. Ji ber romana xwe yî “Ronî Mîna evînê Tarî Mîna Mirinê” û ceribandina xwe “Kûlîlkên Narê” di sala 2001’ê de hat darizandin û dawiyê beraet kir. Li gel vê Ûzûn li Ewrûpa, Skandînavya û Tirkiyeyê gelek xelat wergirtin. Li sirgûnê yekem romana wî “Tu” di sala 1985’an de çap dibe, di 87’an “Mirina Kalekî Rind”, di 89’an “Siya Evînê”, di 91’ê “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê”, di 95’an “Bîra Qederê”, di 98’an de “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” û di 2002-2003’an de jî “Hawara Dîcleyê” (2 cîld) tên çapkirin. Li gel van romanan bi Kurdî, Tirkî û Swêdî 13 berhemên wî yên cur bi cur jî hatin weşandin. Li gel Tirkî û Swêdî gelek berhemên Ûzûn li zimanên din hatin wergerandin.
‘Cihê min î şîfayê Diyarbekir e’
Ûzûn di destpêka sala 2000’î de biryarê digire ku vegere Kurdistanê, lê vegera wî di 2006’an de ji ber pençeşêra madeyê lê peyda bû pêk tê û berê xwe ne Riha, lê dide Amedê. Ûzûn di hevpeyvînekê de ji bo nexweşîna xwe û hatina xwe yî Amedê diyar dike ku, Amed çawa ji bo nivîskariya wî bûye hêz û qewet, pêkan e dê ji bo siheta wî jî bibe hêz û quwet û wiha dibêje: “…Rewşa min î tenduristiyê li Ewrûpayê pir xirab bû. Dixtoran vekirî ji min re digotin emrê te hefteyek, du hefte maye. Yanê divê tu xwe hazir bikî ji bo roja dawî. Îcar hingê min biryar da me got: ‘Hingê em vedigerin welatê xwe.’ Heger mirin be bila welatê me be, ku şîfa be jî cihê min ê şîfayê Diyarbekir e.” Ûzûn li Amedê dema li nexweşxaneyê tedawî dibû, di 11’ê Cotmeha 2007’an de jiyana xwe ji dest da.
RÊDÛR DÎJLE