Emîratan bi rêya saziya xwe ya çapemeniyê ji dewleta Tirk re got, êdî bes tevlîheviyê bike li nav welatên Ereb û destekê bes bide tundrewan.

  Emîratan gavên Tirkiyeyê yên destwerdana li welatên Ereban û dagirkeriya wê ya li rojava bi bîr xist û got, Tirkiye dixwaze li welatên Ereb serwer bibe.

Saziya çapemeniyê Gulf news ku weke dengê fermî yê dewleta Emîratên Yekbûyî yên Ereb tê qebûlkirin, bi nivîseke şirove û bê mohra şexsî got “Tirkiye divê êdî tevlîheviya herêmî ya ew dike rawestîne”. Ev gotinên sernivîsa heman şiroveyê bûn.   

Şiroveyê destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê weke beşeke ji pîlaneke mezin a serweriya wî bi nav kir. Nivîsê hebûna eskerî ya 4 salan a li Qeterê bi îhtîmam bi bîr xist, û berê xwe da dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûrî û destwerdana wê ya eskerî ya li  Lîbyayê û bi hevkariya hikûmeta Feyaz el-Serac (Hikûmeta GNA) dewam dike. Bi şiroveya vê saziyê, li cihana Ereb ev gavên Tirkiyeyê weke beşek ji planeke mezintir a serweriyê hatine dîtin.

Ji bo vê jî berê xwe dide gotinên Wezîrê Karê Derve yê Emîratan Dr. Enwer Gergeş ên yekşema bihurî. Wî gotibû, hin dewletên ne Ereb hewl didin tesîra xwe belav û zêde bikin û ew vê dikin, bi wê rêya ku tesîra dewletên Ereb kêm bikin. Yanî wî ev hikûmetên hanê - û Tirkiye yek ji wan e - bi teşwîqkirina tundrawî û belavbûna ne li xêra Ereban gunehbar kir.

Dewleta Tirk kêfa Îsraîlê tîne

Wezîr Gergeş bi rêya twitter: “Herêm ketiye nava felaketekê; û axaftinên tundraw û ajîteker ên wan hikûmetan ên ku îş û emelê wan bûye zêdekirina tesîra xwe û kêmkirina ya dinya Ereb, sedema vê felaketê ne.”

Lê ev gotinên Gergeş rojekê piştî daxuyaniya serekçeteyê dewleta Tirk Erdogan ên zêdekirina hevkariya eskerî û siyasî ya bi milîsên Lîbyayê re hatibûn û nivîsa Gulf Newsê vê yekê di çarçoveya destekkirina Ixwan ul-Muslimîn de dinirxîne. Li gorî wê, ev destwerdana Tirkiyeyê û destekkirina Ixwan ul-Muslimîn Ereban qelstir dike û kêfa aktorên siyasî û eskerî yên ne Ereb ên weke Îsraîl û Îranî tîne.

Kurdan zora DAIŞ´ê bir Tirkiyê êrişî wan kir

Wekî din argumanên dibêjin, çekdarîkirina milîsên GNA´yê li dijî ambargoya Neteweyên yekbûyî ye û ev ê bibe sedema rijandina xwînê. Wexta van dibêje ev gotinên li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava jî balê dibin ser xwe: “Eskerên Tirk bi hovane êriş bire ser Kurdên Bakurê Sûrî jî - em behsa wan Kurdan dikin ku esas wan zora DAIŞ´ê biribû.”

Ji bo ya dilê xwe eşkere bibêje, şirove wiha dewam dike: “Ereb hişk li ber xwe didin gava erdên wan tên dagirkirin, çi Îsraîl, çi Îran û çi jî Tirkiye be. Ev gavên kustex ên Enqerê Ereban aciz dike û naxwazin li wan salên tarî yên serdema Osmanî vegerin.

Tevî romantîzekirina vê serdemê ku Tirkiye xwe pê dike muhafizê dîn, ev serdemeke gelekî zehmet bû ji bo Kurdan.

Ji bo Tirkiyeyê êdî wext e ku desteka xwe ya ji tundrawan re rawestîne, ew tundrawên ku herêmê ji hev parçe dikin û vediçirînin.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

YE dibêje, çekan neşînin Lîbyayê

 

Yekitiya Ewropayê banga xwe ji bo pêkanîna biryara qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re dubare kir û daxwaz ji aliyên li Lîbyayê kir ku operasyonên leşkerî hemûyan bidin rawestandin û dest bi diyaloga siyasî bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demekê de ku operasyona leşkerî li Lîbyayê, bi taybet der barê Terablusê de, Yekitiya Ewrûpayê banga xwe ji aliyan hemûyan re dike da ku çalakiyên leşkerî bidin rawestandin û dest bi diyaloga siyasî bikin."

Tirkiyê beşên nû ji hêzên leşkerî ji hikumeta El-Wîfaq bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac re zêde kiriye. Di demên dawîn de nakokî li Lîbyayê mezintir dibin, ew yek piştî îmzekirina hevpeymana hevkariya ewlehiyê bi Tirkiyê re pêk hat.

 

NAVENDA NÛÇEYAN