Li gelek bajarên Ewrûpayê çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dikin. Doh û pêr li Bielefeld û Marsîlyayê jî çalakî hebûn. Di çalakiya li Marsîlyayê de çalakgera greva birçîbûnê ya çalakiya fedaî kirî, Yonca Akinci hat bibîranîn.
Li bajarê Elmanyayê Bielefeldê, li ser banga NCDK´ê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û protestokirina tecrîdkirina Ocalan zîncîreke ji mirovan hat çêkirin. Çalakiya pêr êvarê li Jahnplatzê pêk hat, bala xelkê jî kişand ser xwe. Çalakgeran dovîzên daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê li ser bi xwe ve kirin û devê xwe bi maskeyên devan girtin. Bi vî rengî wan bêdengiya beranberî çalakiyên ku qederê 150´î rojî dewam dikin, protesto kir. alakger paşê bi zincîra ji mirovan di ser Bahnhofstrasse ve ber Stasyona Trênê ya Navendî ve meşiyan.
Akinci bi bîr anîn
Li bajarê başûrê Fransayê, Marsîlyayê, li navçeya bi navê Marignaneê, komek ciwanî ji bo Yonca Akinci ya li Hepsa Izmîr Şakranê ya tîpa T, çalakiya fedaî kirî, çalakiyeke bibîranînê kir. Ciwan li pêşiya avahiya şaredariyê civiyan, paşê bi alayên PKK´ê û flamayên Ocalan meşiyan. Ciwanan ji bo ku bêhtir şehadet çênebin, bang li xelkê kir ku bi çalakiyan rabe. Di dema meşê de ji bo slogan hatin gotin, û ciwanan bi peyama xwe wekî din got, heta ku tecrîd bi dawî bibe, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
BIELEFELD / MARSÎLYA