RONÎ ARAM / STENBOL
Dayikên Şemiyê îro ji bo cara 700’î li Meydana Galatasaray a Stenbolê li hev dicivin û dibêjin: “700 hefte di ser re derbas bûn, hîn jî li bendê me.”
Hin ji wan dayikan li kurê xwe, hin jî li keça xwe digere. Hinek li aqûbeta hevserê xwe, hinek jî li ya xwişk û birayê xwe dipirse. Dayikên Şemiyê ev 700 hefte ne dibêjin, “Hezkiriyên me yên hatin windakirin, ew li kû ne?”
23 sal in
Dayikên Şemiyê 23 sal in li Meydana Galatasarayê li hev dicivin û dibêjin, “Kiryar diyar in, winda li kû ne?” Di nava 23 salan de 16 ji dayikên Şemiyê bêyî aqûbeta zarokên xwe bizanibin rehmet kirin. Yek ji van jî dayika Cemîl Kirbayir Dayika Berfo bû ku yek ji sembola Dayikên Şemiyê bû.
7’ê Sibata 2009’an ji nû ve dest pê kir
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan, dîroka çalakiya Dayikên Şemiyê ku sala 1995’an dest pê kir wiha ye: “Çalakiya destpêkê ya rûniştinê ku ji aliyê ÎHD û Dayikên Şemiyê ve dest pê kir, 27’ê Gulana 1995’an li ber Lîseya Galatasarayê ya Stenbolê pêk hat. Vê çalakiyê li dijî her şêwe zehmetî û zexta polîsan 200 hefteyan dewam kir. Piştî 200 hefteyan ji bo 10 salan navber hate dayin. Piştî ku lêpirsîn û doza li Ergenekonê dest pê kir, ji bo dîtin û hînbûna aqûbeta kesên hatine windakirin, ÎHD’ê 7‘ê Sibata 2009’an ji nû ve dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di serî de li ber Lîseya Galatasarayê ya Stenbolê, her roja Şemiyê li Amed, Şirnex, Riha, Colemêrg, Êlih û gelek bajarên din ên mirov lê haitn windakirin, çalakiyên rûniştinê tên lidarxistin.”
940 wenda ne
Li gorî ÎHD’ê hejmara mirovên li Tirkiyeyê bi darê zorê hatine revandin 940 kes in. Lê belê ÎHD’ê ragihand ku ew texmîn dikin, li 253 gorên komî 3 hezar û 248 kes hatine veşartin.