
Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji nûnerên Kurd, Ereb û Suryan pêk tê, ji bo beşdarî konferansa duyemîn a şêwirmendiyê ku di 6’ê nîsanê de li paytexta Rûsiya Moskowê bê lidarxistin, bi rê dikeve.
Nûçegihana ANHA’yê bi Seroka Desteya Zimhêrê ya Kantona Cizîrê Fener El-Kihêt re ku endamekî şandeyê ye, hevpeyvînek pêk anî.
Şêwaza beşdarbûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di civîna Moskoyê de çawa ye?
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di civîna duyemîn a şêwermendiyê li Moskoyê bi 3 endaman ku ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan pêk tên bibe. Nûnerên Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk ku dê beşdarî civînê bibin jî ev in: “Emîne Osê, Senherîb Bersom û Fener El-Kihêt.” Tê payîn ku di van sê rojan de berê xwe bidin paytexta Rûsiya Moskoyê.
Armanca beşdarbûna vê civînê çi ye?
Armanc ji beşdarbûna vê civînê ew e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşketinên dawî derbarê projeya ku rêveberiyê wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û projeya çareseriya demokratîk a Sûriyeyê pêşniyar kiribûn, bişopînin. Her wiha şande dê rewşa Sûriyeyê bi giştî, Rojavayê Kurdistanê bi taybet, astengiyê li pêşiya çareseriya siyasî ji bo Sûriyeke piralî û demokratîk dûrî radîkalbûna olî, nijadî û netewî derdikevin, nîqaş bike.
Sernavên stûr ku dê di civîna Moskoyê de bêne nîqaşkirin çi ne?
Derûketina ji sîstema navendiyê di birêvebirina Sûriyeyê de. Her wiha li gel wêrankirin û lewaztiya fikrî, çandî û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê, her tişt dê di nîqaşan de eşkere be, lê dê di çarçoveya yekîtiya axa Sûriyeyê de be. Em rêbazekê ji bo veguhestina Sûriyeke piralî û demokratîk peyda bikin.
Hêz û aliyên siyasî ku dê beşdarî civînê bibin kî ne?
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê dê di civînê de beşdarkekî sereke be. Di vê civînê de gelek aliyên siyasî û aliyên opozîsyona Sûriyeyê dê beşdar bibin. Her wiha şandeyek hikûmeta Sûriyeyê jî û gelek kesayetên serbixwe yên Sûriyeyê dê beşdar bibin.