Welatiyên bajarê Qamişlo ya Rojava, welatiyên navçeya Başûrê Kurdistanê Xurmatû û yên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Cizîrê, Silopiya, Sûr û Nisêbîn derketin qada. Di çalakiyan de terora dewleta Tirk hat şermezarkirin û bang li ciwanên Kurd hate kirin ku ji bo mezinkirina berxwedanê tevlî nava refên YPS'ê bibin.

Welatiyên Qamişlo ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê diçin ser sînor û çalakiya li dar dixin. Pêr jî Endamên Meclîsa Taxa Qenat Siwês û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) çûn ser sînor û berxwedana gelê Bakur û YPS'ê silav kirin. 


‘Vîna şervanên Kurd tu car nayê şikandin’

Li ser sînor li ser navê KPC-Demokratîk daxuyaniyek hat dayin. Di daxuyaniyê hate gotin ku her roj gelê Kurd nezî azadiyê dibe û wiha hate berdewam kirin: “Di serî de em şehîdên Cizîra Botan, Nisêbîn û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Şervanên Kurd ji Dêrikê heta Efrînê, ji Cizîra Botan heta Nisêbînê, xwediyên vîna ku ji bo azadiyê û vîna wan tu car nayê şikandin.”

Di dewama daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û Yekîtiya Ewrûpayê jî hatin rexnekirin û hat gotin ku bêdengiya wan tê wateya hevkariya wan a bi AKP’ê re.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina Berxwedana  YPS’ê, bi dawî bû. 


Hikûmeta Herêmê rexne kirin

Li navçeya Başûrê Kurdistanê Xurmatû ya Selahedînê jî welatiyan piştgirî dan berxwedana Bakur û danûstandinê Hikûmeta Herêma Kurdistan yên bi hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. 

Çalakiya ku ji aliyê Însiyatifa gel li Parka Mezin a Xurmatû hate lidarxistin de li ser navê çalakgeran Dilşad Mihemed axivî û êrîşên dewleta Tirk ku li ser gelê Kurd dide meşandin şermezar kir û tekiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û AKP’ê rexne kir.


Bi qetliaman bisernakevin’

Piştî Dilşad Mihemed ciwanê bi navê Hiwa Xazî jî axivî û got: ''PKK serkêşiya têkoşîna azadiya Kurdistanê dike, pêwîst e herkes destek bide PKK’ê. Em hemû ciwan, jin, xelk destekek mezin bidin PKK’ê. Divê her kes bizane ku yê qetlîama li ser me dikin ti caran bisernakevin.''

Di dawiya daxwuyaniyê de bang li ciwanên Başûr hat kirin, da ku biçin beşdarî YPS û YPS- Jin bibin.

Çalakî bi dirûşmeyên, "Berxwedan jiyane", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Cizîrê û YPS Û YPS-Jin" bi dawî bû.



‘AKP li heberê berxwedanê bê çare maye’

Li Wargeha Maxmûr ya Şehîd Rûstem Cûdî jî, berxwedana Bakurê Kurdistanê bi meşa meşaleyê hate silavkirin.  Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM) hate organîze kirin, li navenda avahiya Tevgera Ciwanên Maxmûrê dest pê kir.

Piştî ku meşvanan dewreya xwe ya li dora wargehê bidawî kirin, Endama Rêveberiya TJCM’ê Avyan Buldan axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li hemberê berxwedana gelê Kurd bê çare maye û lewra dest bi qetliyama kiriye.’

Avyan Buldan got, AKP dixwaze bi komkujiyan berxwedana gelê Kurd bişkêne û axaftinên xwe wiha domand: “Lê gelê Kurd êdî ne xiyanetê û ne jî teslîmiyetê qebûl dike. Gelê Kurd bi rêveberiyên xweser pergala xwe ji nû ve ava dikin.” 



 QAMIŞLO/' XORMATÛ/MEXMÛR