
Kordînasyona Giştî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, Rola Herûn diyar kir ku serketina hilbijartinên komînan û hilbijartinên federaliyê, bi beşdariya aktîf a civakê û partiyên siyasî ve girêdayî ye.
Rola Harûn têkildarî hilbijartinên hevserokên komînan got: “Em wek partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, di ragihandina Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de beşdar bûn, em dibînin ku Federalî projeyeke mezin e û ji komînan dest bi pêngavên xwe kiriye.”
Rola Herûn da xuyakirin ku projeya Federaliya Demokratîk dê çarenûsa gelên di sînorê wê de bi hev re dijîn, destnîşan bike.
Komîn kevirê çarqozî ne
Li ser girîngiya komînan jî Rola Harûn got, komîn wek bloka bingehîn a sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ne, ku bi hemû derfetên xwe ji hemû aliyên siyasî, çandî û civakî ve, xizmeta civakê dikin.
Rola Harûn anî ziman ku ew bawer dike ku Federaliya Demokratîk çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye û dê bi hemû derfetên xwe bi Federaliyê re bin.
Rola Harûn, derbarê serketina Hilbijartinên Komînan û serkeftina Projeya Federaliyê de bang li hemû aliyên civakê kir û got, ʺGelên Bakurê Sûriyê, hemû partiyên siyasî û mezheb û tayîfe û kesayetên çandê, pêwîst e her kes beşdarî hilbijartinên komînan bibin.ʺ
ANHA/QAMIŞLO