Merasîma bidawîkirina dewreyê bi rêzgirtin dest pê kir û Piştre Endama Fermadariya Giştî ya YPG'ê Meysaa Ebdo axivî û bidawîkirina perwerdeyê li şervanan pîroz kir û girîngiya perwerdeyê di vê dema awarte ya ku Rojava têde derbas dibe anî ziman. Meysaa Ebdo berxwedana şehîd Defrem û hemû hevalên wî di şerê Til Hemîs de slav kir.
Ji aliyê din ve Serokê Desteya Parastin û Xweparastinê ya herêma Kobanê Ismet Hesen bidawîkirina perwerdeyê pîroz kir û diyar kir ku berxwedana şervanên YPG'ê ya li herêma Kobanê, riya azadiyê ye.
Di dawiya merasîmê de şervanan sûnd xwarin û nasnameyên leşkerî li wan hatin belavkirin.
KOBANÊ