Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 55 welatiyên ji pêkhateyên Kurd û Ereb tevlî nava refên YPG’ê bûn. Tevlîbûna welatiyan bi merasîmekê pêk hat. Destpêkê merasîma leşkerî hate lidarxistin, paşê Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê li Helebê Birûsk Ehmed axivî û bal kişand ser berxwedana bêhempa ya hêzên YPG/YPJ’ê ya di pêngava Fermandar Rûbar û rizgarkirina herêma Girê Spî. Ehmed, da zanîn bi vê pêngavê derbeyek giran li çeteyan hatiye xistin.

Piştî axaftinê merasîm bi dawî bû. Şervanan û welatiyên taxê bi dirûşmeyên dilsoziya xwe Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berz kirin û hêzên YPG/YPJ’ê re merasîm bi dawî bû.


 ANHA/HELEB