Fewzî diyar kir ku ji bo wê armancê lijneya wan ji du wêjevan, du rexnegir û Kurdekî pêk hatiye ji bo ku bi xwe li nava helbestên helbestvanên mezin ên Iraqê de bigerin ku cihê hezkirin û rêza hemû Iraqiyan be.
Dr. Saman der barê zimanê Kurdî de jî got ku ku beşek ji sirûdê wê bi Kurdî be û wiha domand; “"Eger pêwîst kir, ew ê ji destpêkê de ji du beşan bê amadekirin, ji helbestên helbestvanekî Ereb û yek jî Kurd."
Dr. Saman têkildarê ala Iraqê jî agahî da û diyar kir ku di dema beriya ya niha ya Parlementoya Iraqê de ji şêwekaran Iraqî hatiye xwestin ku al çê bikin, ji van alên ku hatine çêkirin tenê çar man. Dr. Saman diyar kir ku ev yek jî bi armanca ku ala Iraqê nunertiya hemû gel û pêkhateyan bike pêk hatiye û diyar kir ku lê heta niha ev biryar nehatiye pesendkirin.
HEWLÊR