Di rojnameya Elman Waiblingen Kreiszeitung de npçeyeke balkêş li ser jin û mêrekî Elan hebû ku betlaneya xwe ya salê li Kobanê bihurandine. Rojnamevan Thomas Milz bi Marianne û Armin Kolb re peyivî û doh meqaleya xwe weşand. Marianne û Armin Kolb xwestine di dem betlaneya xwe de karekî “manedar” Bikini û bi Kopeke alîkariya insanî re berê xwe dann Kantons Kobanê ya li rojavayê Kurdistanê da ku di avakirina nexweşxaneyekê de alîkar bin. Li gor wann, erê Germ bû, lê “tecrûbeya piştgiriya bi xelkê deverê re gelekî hêjayî west û germê” bû.
Rojnamevan bi bîr dixe ku di çapemeniya Ewrûpî de dema berxwedana Kobanê gelek nûçe dihatin amadekirin û Kobanê li dinyayê xuyabû, lê niha pêvajoya ji nû ve avakirina bajêr hema hema qet xuya nake û vê yekê weke “Dîqet û baldariyeke siyasî - nexasim jî beramberî Tirkiyeyê” dinirxîne.

Bi qaçaxî çûn Rojava
Li gor nûçeyê, Armin Kolb ê ku siyasî çalak e, ji demeke dirêj ve elaqedarî pirsa azadiya Kurden e. Wî beriya Nina jî Made û manewî gelek caran ji bo alîkariyê pere, malzeme û karê xwe bexişandiye. Lê belê vê carê wî xwest yekser bi xwe biçe û alîkariyê bike û dem li derfetan dipirsî, rastî ICOR ´ê (International Coordination of Revolutionary Parties and Organisations / Kordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreger) hatiye. Vê rêxistinê havîna 2015´an tabûrên navneteweyî (yên alîkariya insanî ya sivîl) dianîn pê da ku di jinûve avakirina Kobanê de bi xwe cih bigirin. Ji Tebaxê heta Îlona 2015´an tevî 40 jin û mêren din ên ji welatên Ewrûpî, ew û jina xwe li Kobanê bûn.
Marianne Kolb tîne bîra xwe ku bi qaçaxî û bi tirs derbasî Rojava bûne û dibêje,
“Piştre em bi projeya xwe daketin û mirov hingê lê nafikire ka çiqasî her tişt hatiye wêrankirin. Du nexweşxane bi temamî hatibûn rûxandin. Bi vî rengî bi tenê projeya ICOR´ê bû ya ku li Kobanê bi pêş diket. Li nexweşxaneya eskerî ya Kobanê jî derman û malzemeyên orthopedîk kêm bûn. Radiolojî nebû.”

Tirkiye alîkariyê asteng dike
Rojnamevan bi bîr dixe ku li Elmanyayê ji bo amûrên tibî kampanyayek hatibû destpêkirin, lê Tirkiyeyê derbaskirina alîkariya insanî asteng dike, ji ber wê ev amûr nagihêjin Kobanê. Jixwe, ji ber vê yekê jî temînkirina malzemeyên avahîsaziyê jî zehmet bûye.
Alîkariya Kurdan a ku li sînoran nasekine jî tê bibîrxistin bi gotinên Armîn Kolb “Carekê yek bi dozerekê ji şaredariya Diyarbekirê (ji bakurê Kurdidtanê) hatibû û li Kobanê dixebitî”. Armîn di birêveberiya avahîsaziyê de dixebitî. Marianne jî di çêkirina kelpîçê de dixebitî û dibêje, “Ji bo herêmê ya rastî ji bo nexweşxaneyê materyaleke baş a ku hevsengiya germ û sermayê diparêze.”

Cîranên Kurd alîkaran her kêlî diparêzin
Armîn tîne bîra xwe ku hewa gelekî germ bû, lê belê “em bi qasî ku ji me dihat dixebitîn”.
temenê kesên di van tabûrên alîkariyê de di navbera 20 û 60 salî de bûye, hin ji wan doktor, hin xerat, hin karkerên metal û avahîsaziyê û hin jê jî xwendekar bûne ku kirine Marinanne Kolb bibêje: “Hevgirtina navneteweyî mirov hema wisa his dikir.”
Tiştekî din ku her wê li bîra malbata Kolb bimîne cîrantiya baş a Kurdan e: Bi hev re xebitîne, bi hev re xwarine û wan timî nobet li wan girtiye da ku tiştek bi wan neyê.

Armîn Kolb ê ku li fabrîkeya Bosh kar dike dibêje, “li Waiblingen, li Boschê, hevkar û hevpîşeyên min pirranî erênî dît ev kar. Ev betlaneya min a herî bi qîmet a jiyana min bû”. Bi ser de jî hem Armin û hem Marianne Kolb heyranê wê yekê ne ku li Rojava mirov bi înîsiyatîfa xwe di nava şer de hewl didin demokrasiyekê rûnênin.

STUTTGART