METÎN YOKSU / MA / BATMAN

Li navçeya dîrokî ya Heskîfê, beton rijandin ser şikefta 10 hezar salî. Rênîşaner Şêhmus Turgay got, çîroka bi hezarên salan a şikefta dîrokî heye û vê şikeftê ji bo bendava temenê wê 50 salî ye tune kirin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê çêkirina Bendava Ilisûyê didome. Ji ber bendavê wê navçeya dîrokî ya 12 hezar salî Heskîf di bin avê de bê hiştin. Hilweşandina li Heskîfê vê hefteyê jî dewam kir.

Li navçeyê li aliyekî hilweşandin didome û li aliyê din jî di bin navê “”restorasyonê” de karê veşartina Keleha Heskîfê ya bi betonê jî didome. Tê dîtin ku bi dehan şikeftên dîrokî bi betonê hatine dagirtin û veşartin. Şikefta dîrokî ya ku qala dîroka wê ya 10 hezar salî tê kirin bi kepeçeyan hilweşandin û di bin betonê de hiştin. Li Heskîfê heta îro ji sed şikeftî zêdetir di bin navê “restorasyonê” de bêyî lêbikolin bi makîneyên kar hilweşandin û xistin bin betonê.

 Ez ê her qala cihên dîrokî bikim 

Li gel hilweşandin û veguheztina berhemên dîrokî jî rêberê geştyarên Heskîfê di her fersendê de qala dîroka Heskîfê ji turîstan re dikin. Ji rêberên geştyarên Heskîfê Şêhmus Turgay anî ziman ku ji ber şikeftên dîrokî xistine bin betonê ew gellek xemgîn in û wiha got: “Çîroka şikefta bi hezarên salan a xwedî dîrokeke kevnar heye. Lê vê şikefta dîrokî kirin qurbana bendava temenê wê 50 salî ye. Êdî em jî nizanin em ê çikin. Me ji vê axa em lê hatine dinê derdixin. Ev yek kesî bextewar nake.”