Ambargoya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê 8 meh in didome. 2’ê Sibatê çeteyên DAIŞ’ê êriş biribûn ser kampê. Ji ber ambargo û dorpêça li ser Mexmûrê, nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Welatiyê kampê Serhat Taş dibêje; ji ber nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê, 6 zarokan can daye.

Dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 8 meh in didome. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 17’ê Tîrmeha 2019’an heya niha ambargo daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Wargeha ku di sala 1990’an de hat avakirin, ji 12 hezar şêniyan pêk tê. Kamp di sala 1998’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat qebûlkirin û ket bin parastina NY‘ê. Piştî bûyera Hoqqabaz a Hewlêrê ku çend ciwanên Kurd Berpirsê MÎT’ê yê Başûr Osman Kose kuştibûn şûnde, bi hinceta ku peywendiya bûyerê bi wargehê re heye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargoyeke dijwar daniye ser wargehê. Ji ber ambargoyê her ku diçe rewşa wargehê xerab dibe û DAIŞ jî vê weke firsend dibîne û ji wê demê ve du caran êriş biriye ser. Herî dawî DAIŞ’ê 2’ê Sibatê dîsa êrişî wargehê kiribû. Ambargo 8 mehin didome. Ji ber ambargoyê bi hezaran karker ji karê xwe bûne, nexweşên rewşa wan giran û kesên nexweşiyên xwe yên kronîk hene, nikarin biçin nexweşxaneyê û xwendekar jî di bin zext û gefan de xwendina xwe didomînin. Ji ber asayîşa Hewlêrê rê nade nexweşan heya niha nêzî 6 zarok yan di zikê dayîka xwe de mirine yan jî ji ber dereng gihîştine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.

Bi ambargoyê re êriş zêde bûn

Tevî nerazîbûnên xelkê wargehê û piştgiriya hinek parlementerên Başûrê Kurdistanê ambargoya li ser wargehê her diçe girantir dibe. Balkêş e ku bi ambargoyê re êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser kampê; liv û tevgera balafirên sîxûrî û şer yên li ser wargehê jî zêde bûne. Di 28’ê Çile de komek çeteyên DAIŞ’ê xwestin bikevin wargeha Mexmûrê û komkujî bikin. Lê şivanên wargehê yên pezê xwe li derveyî wargehê diçêrandin, piştî ku çete ferq kirin û gule li wan reşandin, çete reviyan û bi vî awayî êriş hat şikandin. Piştî çend rojan carek din dîsa ji aliyê Başûrê wargehê ve êriş li dijî kampê pêk hat. Koma çeteyan a ku xwest bikeve wargehê û êriş bike, li bergiriya şivanên wargehê rast hat. Hêzên Xweparastinê yên kampê û ekîbên tendûristiyê berê xwe dan cihê bûyerê û şer derket. Di şer de 2 êrişkar hatin kuştin.

 Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê

Tekildarî ambargoya heyî ji şêniyên Kampê Serhat Taş (26), diyar kir ku mezin û biçûk gelek kesên nexweş ji ber dorpêçê jiyana xwe ji dest dane. Taş, da zanîn ku li kampê kesên nexweşên dil, tansiyon û wekî din hene. Hin kesan di rê de jiyana xwe ji dest dane. Asayişa Hewlerê kamp dorpêç kiriye. Kesên diçin kampê wan naxin hunrdir. Destûr nadin kesên kampê jî derkevin derve. Kesên nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Rojên borî DAIŞ’ê êriş kir û welatî birîndar bûn. Welatiyên birîndar nikarin biçin nexweşxaneyê.”

Kamp weke hepseke servekirî ye

Ahmet Acar ê 32 salî jî anî ziman ku bavê wî di êrîşa DAIŞ‘ê de birindar bû û got: “Herî dawî 12’ê Sibatê çûm kampê. Li kampê şert û mercê jiyanê pir zor û zahmet in. Kes nikare derkeve derveyî kampê. Kamp gelek caran dibe armanca êrişên DAIŞ’ê. Niha mirovên li kampê wekî li girtîgeha vekirî bin.”

 

 MEXMÛR