
Weqfa Jinên Azad û UNICEF ji beriya demekê ve amadekariya vekirina bexçe dikirin. Piştî ku xebatên amadekariyê bi dawî bû, îro bexçe bi amadebûna dehan zarok û malbatên wan û Endamên sazî û dezgehên bajêr li taxa Siyahî bi merasîmekê hate vekirin.
Berdevaka weqfê Axîn Amed axivî û vekirina bexçe li zarokan pîroz kir û got: ʺEv baxçe bi taybet ji bo jin û zrokan hatiye vekirin. Di rojava de şerekî dijwar pêk hat. Vekirina baxçe dê hêviya zarokan bi jiyanê xweştir bike û dê wiha ji bin banodara şer derkevin. Zorok şûna ku li kolanan bilîzin dê li bexçeyê xwe bilîzin. Bi vê yekê armanca me ew e ku em li himber şer jiyanê biafirînin û xweştir bikin.ʺ Di berdewama merasîmê de Endamê UNICEF Rodîn spasiya Weqfa Jinên Azad kir û ev tişt anî ziman: “Pêwîste em her dem zarok dilxweş bibin. Vekirina bexçeyê Arî jî di vê çarçoveyê de gaveke girînge.
ANHA / QAMIŞLO