
Yekemîn projeyê bexçeyên sergirtî ya Kantona Kobanê bi ser ket û pêdiviyên gelê herêmê bi cih tîne.
Bi armanca peydabûna zebzeyan li sûkê û bi cihanîna pêdiviyên welatiyan, Komîteya Aborî ya Kantona Kobanê di bin serperştiya Desteya Çandiniyê de, 5’ê Gulana 2016`an yekemîn projeya malên naylon ên zebzeyên havînê li gundê Qenayê yê li rojavayê Kobanê, vekir.
Proje li 20 donim erd pêk hatiye û navê projeyê ‘Baxçeyê Kobanê’ ye.
Di malên nayîlon de 11 karkerên ji gundê Qenayê dixebitin. Piştî çînana zebzeyan êdî berhemên zebzeyan li sûka Kobanê têne firotin û bi vê yekê re pêdiviyên welatiyan bi cih tên.
KOBANÊ