Li Iraqê piştî hilbijartina di 12’ê Gulanê de ku hê jî encamên wê nehatine eşkerekirin, ji bo avakirina hikûmeta nû bazar tê kirin.YNK’ê namzetê xwe yê serokkomariyê eşkere kir û taloqkirina hilbijartinên parlamena Başûrê Kurdistanê jî di rojevê de ye.

Li Iraqê piştî ku 3 meh di ser hilbijartinan re bihurîn, lîsteya Muqteda el-Sadr a bi navê Saîrûn, bi gelek lîsteyan re têkiliyê datîne. Koalîsyona Fetîh a ku Hadî Samîrî li ser wê yê ku Haşdî Şabî ava kiriye, ji bo xebatên hikûmetê kete dewrê.

Berdevkê Koalîsyona Fetîhê, Ahmed Esadî diyar kir ku ji bo avakirina hikûmetê wan gelekî hewl daye û ji bo îlankirina hikûmetê ya bi koalîsyoneke mezin, ew li benda encamên fermî yên hilbijartinê ne. Esadî got, “Ji bo bernameya avakirina hikûmetê, di çarçoveyeke neteweyî de me dest bi diyalog û hewldanan kir. Di vî warî de bipêşketin çêbûne. Bernameya koalîsyona Fetîhê ji aliyê gelek aliyên siyasî ve hat qebûlkirin.”

Ebadî wê nebe serokwezîr

Esadî behsa naveroka hevdîtinan nekir, lê di nav kulîsan de tê gotin ku namzetê serokatiyê yê Koalîsyona Fetîhê, Nûrî Malîkî ye. Ji ber ku Malîkî nêzî Îranê ye, DYE li dijî wî ye. Tê gotin ku heke formul ev be, alozî wê çêbe.

Koalîsyona Nasir jî bi aliyên siyasî re rûnişt û dixwaze ku Heyder Ebadî dîsa were hilbijartin. Lê ev pêşniyaza Koalîsyona Nasir nehate qebûlkirin.

Mihemed Sabir Îsmaîl namzetê serokkomariyê ye

Di nava vê keft û leftê de YNK ji niha ve namzetê xwe yê ji bo Serokkomariyê diyar kiriye. Hê bi temamî nehatibe fermîkirin jî, malpera fermî ya YNK’ê PUK Medyayê ji bo erka Serokkomariyê navê Mihemmed Sabir Îsmaîl derbas dike. Çavkaniyên nêzî YNK’ê dibêjin îhtimal e ku namzet were guhertin, lê navê niha derdikeve pêş Sabir Îsmaîl e.

Hilbijartin û hilnebijartina parlamena Başûr

Li Herêma Federe ya Kurdistanê jî nediyarbûna siyasî heye. Li başûrê Kurdistanê diviyabû hilbijartin Nîsana bihurî bihata kirin, lê ev hat taloqkirin ji bo 30’ê Îlonê. Partiyan li gorî vê rewşê amadekariyên xwe kirine. Partî û lîsteyan namzetên xwe radestî desteya hilbijartinê kir. Lê di nava vê hefteyê de, gotegotên ku hilbijartin wê saleke din bên taloqkirin, belav bûne.

Di serî de Tevgera Gorran, Nifşê Nû û gelek partiyên din ji bo hilbijartin di dema diyarkirî de bê kirin, daxuyanî dan. Lê heta niha ne PDK û ne jî YNK’ê têkildarî hilbijartinan de ti daxuyanî nedaye raya giştî. Endamê Ofîsa Ragihandinê ya YNK’ê Azad Tofîk doh têkildarî hilbijartinan îdîayeke din avêt holê. Li gorî Tofîk beriya çendekê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê Nûnerê Taybet yê dijî Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê yê DYE´yê Brett McGurk hevdîtin kirin û piştre li Hewlêrê bi Barzanî re civiya û daxwaz ji Barzanî kir ku hilbijartinên 30’ê Îlonê bi paş ve bixe. Tofîk got, Brett McGurk bûyerên li Iraqê diqewimîn, weke sedem nîşan da û daxwaza paşvexistina hilbijartinan kiriye.

 

ANF/HEWLÊR