Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Iraqê, nivîsek ji Hikûmeta Herêma Kurdistane re şand û bi bîr xist ku Tevgera Azadî li Iraqê partiyeke siyasî ye, hemû pêwîstiyên fermî bi cih anîne, lewre jî dikare li her derekê navendên xwe veke.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Iraqê bersiv da şandeya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) a di 17’yê Kanûnê de li dijî girtina baregehên xwe yên li Herêma Kurdistanê çûbû Bexdayê.

Rayedarên komîsyonê ji şandeya Tevgera Azadî re got, komîsyonê serlêdana wan nirxandiye û têkildarî mijarê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nivîsek fermî şandiye.

Li gorî zanyariyên ku endamê şandeya Tevgera Azadî Hisên Kerkukî dane, di nivîsa fermî de hatiye gotin, Tevgera Azadî 17.Kanûna 2017´an destûra xwe ya bi hejmara 139 wergirtiy û mafê Tevgera Azadî heye ku siyasetê bike, li her dereke Iraqê jî navendên xwe veke.

Di 25’ê Mijdara 2018’an de Hikûmeta Herêma Kurdistan biryarek derxist û diyar kir ku partî û rêxistinên ku destûra wan ya fermî ji Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê nîne, wê bên girtin. Piştî biryarê baregehên Tevgera Azadî yên li Herêma Kurdistanê hatibûn girtin.

 

ROJNEWS / BEXDA