
HALIT ERMIŞ
Piştî ku alaya Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê hat hildan, Bexdayê hewl da ku waliyê parêzgehê ji wezîfeyê bigire. Parlemanterên Kurd bi hişkî li ber vê hewldanê rabûn. Hema piştî vê jî nûçeyên elaqedarî wê yekê ku li parlemana Iraqê ya navendî xebat tê kirin ji bo betalkirina mafên herêmên li ser wan lihevkirin nîne ku statuya wan diviyabû bi xala 140 a destûra heyî di encama referandûmekê bihata diyarkirin.
Lewma li gorî destûra heyî Meclîsa Bajêr a Kerkûkê meqamê destpêkê ye ku dikare budeceya xwe diyar bike, biryarê li ser wê yekê bide ku parêzgeh bibe herêmeke federe û gelek erkên wê yên bi vê rengî hene. Li gorî nûçeyên li kûlîsan belav dibin, Bexda dixwaze bi guhertinên qanûnî kontrola xwe li ser Kerkûkê ji nû ve pêk bîne.
Partiyên Kurd ên li derveyî pêvajoyê
PDK ya ku beriya bi du salan deriyê Parlemenê dada, dîsa jî li gorî qanûnê şirîkê hikûmetê ye tevî Tevgera Gorran, YNK, Yekgirtu Îslamî û Komeley Îslamî. Ji ber ku Gorran, Yekgirtû û Komele li derveyî pêvajoyî hatin hiştin nerazîbûna xwe nîaşn didin. Ev alî mijarê wekî mijareke neteweyî bi nav dikin û îşaret bi biryarek û gotareke neteweyî dikin. Lê belê PDK li şûna vê qebûl bike, her bi ser Tevgera Gorran de diçe, rewş ji bo xwe veguherand firsendekê da ku YNK´ê û Gorranê li cem hev nîşan bide. Bi ser de jî van rojên dawî ji bo îxtîlafa di nava YNK´ê bi xwe de jî xurttir bibe her agirî gurr dike, heta bi wê radeyê ku tasfiyekirina endamên polîtburoyê jî kete rojevê. Ango lihevnekirina li ser Kerkûkê ne tenl Kurd û Iraq, Îran û Tirkiye anîn hember hev, wê her weha Kurd jî di nava xwe de anîn hember hev.