Parlamentera Hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb ragihand ku di civîna parlamentoya Iraqê de proje-yasaya kontrolkirina tevahiya dergeh û xalên sînorî yên Iraqê dikeve dengdana pêşwext de ka gelo bê redkirin yan parlamentoya Iraqê wê bixe bernameya kar de û gotûbêjan li ser bike.”
Necîb ev qanûn wekî “girîng û dijî gelê Kurd” wesf dike û dibêje: “Ev pêşnûme li dijî Herêma Kurdistanê ye û li gorî projeya wê tevahiya deriyên sînorî dikevin jêr desthilata Bexdayê û tew di destnîşankirina karmendan de jî, tevî ku divê xalên sînorî bi hemahengî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de be.”
Parlamentera Hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb wiha got: “Bi her awayî em wê proje-yasayê red dikin û li ser razî nabin, ji ber ku nabe Bexda yekalî biryar bide û divê li gel Herêma Kurdistanê hemaheng û hevkar be.”
Hêjayê gotinê ye ku deriyê sînor ê bi rojavayê Kurdistanê re piştî salên 1990 di bin kontrola hêzên Herêma Kurdistanê debû. Lê berî demekê hikûmeta
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hêzeke xwe yên leşkerî şandibûn wî deriyê sînor ê bi navê Rebîa da ku kontrola wê ji alî artêşa Iraqê ve bê kirin lê pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li dijî vê hewldanê derketibûn. Ew hewldana Malikî ya talûke dikaribû bibe sedema şerekî dijwar ji ber di navbera hêzên Iraqê yên ku hatibûn sînorê Rebîa û hêzên pêşmergeyan de tenê 500 metre mabûn û guleyek bi tenê jî dikaribû bibe destpêka şerên dijwar.
Wiha xuya dike ku piştî ev hewldan neçû serî êdî Malikî dixwaze bir iyên qanûnî vê yekê pêk bîne û kontrola hemû deriyên sînoran bixe bin destê Bexdayê.
HEWLÊR