Kesayetên navûdeng ên wekî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nurî Dêrsimî, Mîr Celadet Bedirxan gelek xebatên girîng meşandin û berhemên giranbuha derxistin holê.
Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî li vê herêmê hate amadekirin. Mîr Celadet Bedirxan bi alîkariya rewşenbîrên din, di 15’ê Gulana 1932’yan de Kovara Hawar derxist. Di ve kovara ku xwerû bi kurdî bû de cara yekemîn zimanê kurdî bi alfabeya latînî hate nivîsandin. Her wiha di sala 1943’yan de jî rojnameya Ronahî hatiye weşandin. Ji vê dîrokê û heta niha gelek berhemên bi zimanê kurdî hatine derxistin û li Kurdistanê belav bûn.
Avakirina SZK’ê
Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re jî, pêleke din a xebatên ziman destpê kir û berfirehtir bû. Di salên 1990`an de li herêma Cizîr, Kobanê û Efrinê xebat bi dizî hatine meşandin û bingehek xurt hate avakirin. Perwerde di malan de bi awayekî dizî hatin dayîn. Di salên 2000’î de jî ev xebat veguherîn pergalekê û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hate avakirin.
Wekî perçeyekî van xebatan li Kobanê jî gelek hewldan hatine meşandin û bingehek xurt hatiye avakirin. Gelê Kobanê ku bi kurdewariya xwe tê zanîn, heta pêvajoya şoreşê ev xebat dîsa ji ber zulma rejîma Baas bi veşartî didomandin. Lê şoreşa 19’ê Tîrmehê re di warê ziman de jî gavên mezin hatin avêtin û dibistan hatin vekirin, bi hezaran kes di perwerdeyan re hatin derbaskirin.
Her çiqasî bi êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê re demekê navber hatibe dayîn jî, piştî rizgarkirina Kantonê, ev xebat li cihê ku maye, dom kirin. Piştî Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk a ku li Kantona Cizîrê hate lidarxistin, di çarçoveya biryarên avakirina sîstema perwerdeyê de amadekarî hatin kirin. Li gorî wê dê îsal ji refa yekê heta 6’an hemû ders bi zimanê kurdî bêne dayîn.
Kêfxweşiya gel
Welatiyên ku bi salan xebat veşartî didomandin, ev yek wekî serkeftinek dîrokî binav kirin û gotin ku xewna wan a salan pêk hatiye.Ji kesên ku di salên 1990`an de zimanê kurdî bi veşartî dixwendin, jina bi navê Medîne Hesen a 39 salî ye. Medîne Hesen got ku di 1999’an de zext û zilma sîstemê li ser wan gelekî giran bû û wiha dom kir: “ Ji bo ku yek tîpek kurdî fêr bibin, me jiyana xwe dixist xetereyê. Em wekî 5 jinan hati cem hev û me biryar da ku em ji mamosteyekê bi awayekî veşartî perwerdeya ziman bibînin. Piştî demekê mamosteyekê her 15 rojan carekê tîp, peyv û hevok fêrî me dikirin. Lê ev hemû bi veşartî dihatin kirin, ji ber ku hêzên rejîmê digeriyan û tiştekî wisa bidîta, hemû kes digirtin. Her carê em li maleke cuda bûn, em yek bi yek diçûn wê malê. Piştî demekê koma me derket 20 kesan. Lê vê carê giliya mamoste hate kirin û neçar ma ku bireve. Piştre me mamosteyek din dît. Lê piştî 2 mehan rejîm pê hesiya ku em li Kaniya Kurdan perwerde dibînin. Mamoste hate girtin, piştre me bixwe perwerde domand.”
Şoreşa duyemîn
Medîne diyar kir ku berê xwena wan bû tîpên zimanê Kurdî fêr bibin, lê niha bi avakirina Rêvberiya xweseriya Demokratîk re, wê zarokên wan hemû tiştî bi zimanê xwe fêr bibin. Medîne got ku ev yek piştî rizgarkirina Kobanê şoreşek duyemin e û ji vê yekê gelekî keyfxweş e.
Mamosteyê zimanê kurdî Mustefa Badîn Berkel jî, di sala 1997`an de perwerdeya zimanê kurdî li gundê Berxbotanê bi awayekî veşartî dida şagirtan. Mustefa Badîn Berkel anî ziman ku dema wan kêmasî dîtiye, lewre jî dest bi perwerdeyê kiriye û wiha got: “Me dît ku nezanîna zimanê kurdî kêmasiyeke pir mezin a di şexsê me de ye. Lewre me xwest ku bi hemû rengan xwe fêrî ziman bikin, lê zor û zehmetî pir hebûn. Li gund mamoste yan jî pirtûk tine bûn, me ji kovar û televîzyonan tîp fêr dibûn û hevalên xwe fêr dikirin. Bêyî ku em zanibin ka tişta em dinivîsinin raste yan na, me li gorî zanebûna xwe, peyv û havok çêdikirin. Pirtûkên heyî jî ji tirsa rejîmê dihatin veşartin. Me li ser kaxizan dinivîsî û piştre ew vedişartin. Dema em kom dibûn, her carê ji ber ewlekariyê me cihê xwe diguherî û pêlav jî li ber derî nedihiştin ku tu kes nebîne.”
Mustefa got ku piştî şoreşa Rojava êdî zimanê kurdî fermî dibe û wê zarokên wan bi materyalên ku bi zimanê kurdî hatine amadekirin, bêne perwerdekirin. Mustefa got ku ev gavekî serkeftî û pir pîroz e, her wiha bi serê xwe şoreşek e.
AZÎZ ÇÎFTÇÎ/ANHA/KOBANÊ