
Nivîskar û romanûsê Kurd, Bextiyar Elî, xelata wêjeyê ya li Elmanyayê navdar Nelly Sachs ku berê hatibû eşkerekirin, ew hêjayî wê hatiye dîtin, pêr wergirt.
Bextiyar Elî roja yekşemê, li bajarê Dortmundê xelata xwe wergirt.
Şaredarê Dortmundê Ullrich Sierau xelat da Bextiyar Elî û got, ev xelata girîng heta niha ketiye destê 3 nivîskarên ku wê paşê hêjayî Nobelê bihatana dîtin.
Di dema xelatwergirtinê de ji endamên juriyê Stefan Weidner got, xelat ji bo “helwêsta wî ya pirr insanî” didin wî û wiha dewam kir: “Bextiyar Elî bi Romanên xwe li ser hev bi awayekî zincîrwarî rê li ber heyranmayîna xwîneran vekir, ku ji hemû sînorên çandî, zimanî û bi ser de jî ji çerxên bazara pirtûkan bihurî. Ez ji niha ve ji we re bibêjim, ev zincîra vê reaksiyona heyran meyînê wê hjîna gelekî dirêj bike.”
Bextiyar Elî jî di dema xelat wergirtinê de got, xelata Nelly Sachs “nîşaneke hêviyê ye ji bo her kesê ji bo silametiya zimanê xwe têdikoşe, çi Kurd û çi gelên din bin. Di romana min de mesele mirov û mirovperwerî ye. Berhemên min hewldaneke lihevhatinê ne. … Ew hewldaneke xwe gihandina wê sîsikê ne ku di nava me de bû beriya siyaset û dîn wê bihejînin û ji cihê wê bilebitînin. Ez wê weke rizgariyê dibînim.”
Xelata Nelly Sachs di heman demê de 15 hezar euroyan jî dide kesê serketî. Di nava xelatgirên wê de heta niha Nadine Gordimer (1985), Milan Kundera (1987), Christa Wolf (1999), Per Olov Enquist (2003), Rafik Schami (2007), Abbas Khider (2013) û Marie N’Diaye (2015) jî hene. Xelat 2 salan carekê tê dayîn. Nelly Sachs bi xwe nivîskareke navdar a Elmanyayê bû, ku sala 1891´ê li Berlînê ji dayik bûye û sala 1966´an xelata Nobel a edebiyatê wergirt. Nelly Sachs sala 1970´yî li Swêdê koça dawî kiriye.
DORTMUND