Welatiyên civaka Êzîdî roja pêncşema yekemîn a meha Sibatê li gorî salnameya rojhilatî, weke Cejna Xidir Ilyas yan jî "Bêxwîn" pêşwazî dikin. Her wiha Êzîdiyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê piştî şerê ji 8 salan ve, ev yekem car e bi coşeke mezin amadekariyên cejnê dike.
Cejna Xidir Ilyas xwedî taybetmendiyên cuda ye. Di vê cejnê de goşt nayê xwarin û qurbanî nayên serjêkirin. Nêçîr û kuştina zindiyan jî qedexe ye, bi taybetî di dema rojiyê de ku sê rojan dewam dike. Ji ber ku li gorî Êzîdiyan meha Sibatê meha aramî û hezkirina hemû zindiyên li ser rûyê erdê ye.
Êzîdî 3 rojan rojiyê digirin û her êvar bi “Şîva Roava" didome. Di cejnê de ya herî balkêş rola jinan û bi taybet jinên ciwan e. Ew amadekariyên hemû pêdiviyên cejnê dikin, rojên rojiya bêxwînê amade dikin, ku ew jî sembola xêr û bereketê ye.
Bêxwîn ji qelandina hemû cureyên tene û beqleyên wekî tovên ku têne çandin, tê çêkirin, ango ji xwezayê pêk tê û 7 cure ne, ev jî genim, nîsk, fûl, nok, garis, dendikê berberoj, kuncî û hindek xwê ne.
Piştre jin van tov û teneyan di destarê kevirî de dihêrin. Dûre bi şevê tişta ku hatiye hêrandin, dikin tepsiyekê û li cîranan tê belavkirin da ku ruhê Xidir Ilyas bê mala wan û pîroz bike.
800 malbatên Êzîdî
Li bajarê Helebê nêzî 800 malbatên Êzîdî hene û pirraniya wan li taxa Şêxmeqsûd bi cih bûne. Riyad Umer yek ji şêxên Mala Êzîdiyan a taxa Şêx Meqsûd e û li ser cejinê got, "Xidir Ilyas, firîşte ye û heta roja îro zindî ye. Girîngiyeke mezin a cejnê heye. Ji lew re di vê mehê de rijandina xwînê hatiye qedexekirin û gunehkirin, ji ber ku Sibat meha aştî û aramiyê ye."
ANHA / HELEB