Beyannameya şerî
Tayyip Erdogan beyannameya xwe ya hilbijartinan eşkere kir. Aliyê esas ê vê beyannameyê bêhtir weke şerî li holê hat danîn. Xemilandinên din jî ji bo ku siyaseta şerî bide qebûlkirin, hatin bilêvkirin. Dixwazin ser jehrê bi şekir bigirin û wiha bidin vexwarin. Di beyannameyê de yek waed heye, ew jî ew e ku şerê heta niha tê kirin wê bê berbelavkirin. Bêguman ev şer, di serî de Kurd wê li dijî hêzên demokrasiyê bê birêvebirin.
Li dinyayê, hilbijartinên di vê astê de newekhev, bi tenê li welatên yekpartî yên despot çêdibin. Jixwe niha li Tirkiyeyê yek partê heye; ev jî partiya şer e. Dixwazin hemû partiyên din ji bo rewakirina vê partiya şer bi kar bînin. Bêguman, têkoşîna HDP û hêzên demokrasiyê ya li dijî vê desthilata faşîst a yek partiyê heye. Lê belê, CHP çi bi zanîn û çi jî ne bi zanîn dike ku bîhna desthilata faşîst a AKP-MHP´ê bê ber. Ji xwe heta ku mirov li ber yekane siyaseta sereke ya desthilata faşîst a AKP-MHP´ê ya li hundir şer û li derve şer, ranebe, mirov nikare bi rastî li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP´ê muxalefetê bike. Yên ku li ber vê siyaseta sereke ranebin, rabin li ber vê ya jî wê pêkanîna AKP´ê rabin, ev guhertina rojevê ye.
Tayyip Erdogan bi eşkerekirina beyannameya hilbijartinan, hilbijartin veguherandin tercîheke navbera wan kesên ku li dijî hêzên demokrasiyê şer dixwazin û wan kesên ku vî şerî naxwazin. AKP-MHP alîgirê şer in. HDP û hêzên demokrasiyê yên li derdora wê jî li dijî şer in. Helwêsta van her du aliyan zelal e. Lê, gelo helwêsta CHP, Îyî Partî, Saadet û Demokrat Partiyê zelal e? Helbet ne zelal e. Lewma jî ev tifaqa ku navê Millet lê hatiye kirin, di vê têkoşîna hilbijartinan de veguheriya tifaqa ne bi tesîr. Ji ber vê yekê, ev hilbijartin wê weke têkoşînekê biqewime di navbera tifaqa faşîst a AKP-MHP´ê û hêzên demokrasiyê yên li navenda wan HDP de. Ev rewş bi rengekî aliyên bi rastî yên têkoşîna siyasî jî radixe ber çavan.
Faşîzma AKP-MHP şerê ku li dijî hêzên demokrasiyê bi rê ve dibe, ya esas ji bo perçiqandina têkoşîna Kurdan û birina serî ya qirrkirinê ye. Hêzên demokrasiyê yên Kurd jî divê li vê rastiyê xweş serwext bibin. Heger êrişên li dijî hêzên demokrasiyê di vê çarçoveyê de neyên dîtin, hingê hêzên demokrasiyê yên Kurd wê rastiya Tirkiyeyê û xisleta şerê ku ew li dijî Kurdan bi rê ve dibe, fêm neke. Ji ber vê yekê, divê Kurd bi tenê gazinên weke hêzên demokrasiyê têra xwe destekê nade têkoşîna me, nekin; divê ew jî xwedî li hêzên demokrasiyê derkevin û desteka pêwîst jî bidin wan. Lewma, hin derdorên neteweperest ên Kurd dema dibêjin ´ma serê me çi ji van hêzên demokrasiyê diêşe´ ev dide nîşan ku ew qirrkirina li dijî Kurdan fêm nakin. Heger Kurd li dijî şerê qirrkirinê yê li beramberî xwe tevî hêzên demokrasiyê bersivê bidin, hingî ew ê bi ser xeta rast a têkoşînê ve bûbin.
Beyannameya hilbijartinan a Tayyip Erdoganî xwedî xisleteke wisa ya hişyerkirinê heye beramberî Kurdan û hêzên demokrasiyê. Kurd û hêzên demokrasiyê li aliyekî di van hilbijartinan de ku veguherandina hilbijartina rewakirina siyaseta şerî, hewl didin tifaqa faşîst a AKP-MHP lawaz bikin, li aliyê din jî divê ew amadekariyan bikin ji bo şerê ku piştî şerî wê bê gurrkirin. Bêguman beriya şerî jî wê şer bê birêvebirin, heta ew ê hin êrişên sansasyonel jî bikin. Lê belê divê bê dîtin ku piştî hilbijartinan şer wê bi awayekî berfireh bê belavkirin û amadekarî jî li gorî vê bên kirin. Jixwe, hêzên demokrasiyê wê ji aliyekî ve jî xwe bidin van hilbijartinan ji bo ku vî şerî rawestînin.
Piştî şerê 24´ê Hezîranê aboriya şerî wê bê bicihkirin. Tevahiya barê şerî wê li ser milê milet bikin. Zemên wisa wê bên, milet wê şaşo maşo bibe. Çawa ku ji ber Şerê Cihanê yê Duyemîn ê ku dewleta Tirk neketiyê jî çi tişta di destê xelkê de hebû, bi navê tedbîran jê standin, wisa jî piştî hilbijartinên 24´ê Hezîranê ew ê nîvê pereyê di berîka xelkê de bistînin. Lewma, di hilbijhartinan de helwêsta li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP´ê wê bibe helwêsta li dijî aboriya şerî ya ku wê piştî 24´ê Hezîranê bê bicihkirin.
Ya rastî, li Tirkiyeyê rewşa aborî ber bi rewşeke pirr xirab ve diçû. Ji vê boçûnê yek rêya rizgariyê hebû, ew jî zem û bacên eşkere bûn. Desthilata AKP-MHP´ê ev bikira, wê biketana rewşa wan partiyên di hilbijartinên 2002´yan de. Ji ber vê yekê xwestin ku bi hilbijartinên pêşwext xwe ji vê rewşê xilas bikin. Aliyekî dagirkeriya li dijî Efrînê jî ji bo hilbijartinên pêşwext bû. Hilbijartin gelekî anîn pêş da ku aborî bêhtir ji hev de nekeve. Lewma du mehan wê aboriya hilbijartinan bi cih bikin. Hema piştî hilbijartinan jî barê giran ê aboriya şer a lê, wê li ser pişta milet bikin. Ev hilbijartinên zorê kirin ji bo ku barê aboriya şerî zû bi zû bidin ser pişta xelkê. Em ji niha ve hişyar bikin, bila paşê kes nebêje, çawa me bîra vê nebir û li sîng û çongên xwe nexe, rûyê xwe venedirre.
Ji nû ve desthilatdarkirina faşîzma AKP-MHP´ê ew e ku mirov dengê xwe bide şerî û xwe dana ber barê aboriya şerî ye. Dawîanîna li desthilata faşîzma AKP-MHP´ê pêşîgirtina li rewşa şer û hilnegitrina barê aboriya şer e.
