Berxewdana jinên Kurd bi belgefîlma bi navê ‘Jin nebe şoreş nabe’ de wê bê nîşan dan. 3 jinên Elman ku di bin tesîra jinîn Kurd de man li gel JINHA û Dayikên Aştiyê dest bi projeyê kirin. 

Fîlmçêker Antonîa, rojnameger Cora û kameravan Sarah ku ji Elmanyayê hatin Amedê, amadekariya belgefîlmekê kirin ku têkoşîna jinên li Tirkiyeyê û Rojava li ber xwe didin, vebêje. Jinan di çarçoveya projeya ‘Jinên Şoreşê de’ dest bi çêkirina belgefîlm kirin û navê belgefîlm jî kirin ‘Beyî jinan şoreş nabe’. Çêkera belgefîlm Antonîa ji paytexta Elmanyayê Berlînê ye. Antonîa diyar kir ku tevgera jinên Kurd ji bo wan tevgera jinan a herî xurt e û got: “Em ê behsa jinên bakur û Rojava bikin. Li seranserê cîhanê her kes di bin bandora jinên Kurd de ma. Em dixwazin vê tevgerê ji van jinan hîn bibin.”



‘Elmanya li dijî Tirkiye dike bêdeng e’


Antonîa da zanîn ku sosyalîst, demokratên Elmanyayê piştgiriyê didin têkoşîna Rojava, lê bandora jinên YPJ’ê ya li wir nizanin. Antonîa got: “Lê niha ji bo tiştên Tirkiye li herêmên rêveberiyên xweser dike, bêdeng in. Ev jî ji bo me şerm e. Sedeme hatina me ev e ku em tiştên li vir ragihînin wan mirovan.”




‘Jinên Kurd xwe azad kirin’


Antonîa got ew gelek di bin bandora tevgera jinên Kurd de maye û got jinên Kurd xwe azad kirine. Antonîa weha peyivî: “Di van şert û mercan de gelek xurt disekinin. Ew di azadkirina xwe de bi ser ketine. Xwedî li zimanê xwe derdikevin. Mînak, we jî ajansa xwe bi tena serê xwe ava kir. Ji bilî vê, wek akademiya jinê, zanista Jineolojiyê weke zanista jinê ava kir. Tevgera jinên Kurd gelek fikran dihundirîne. Di hemû waran de ji azadkirinê dest pê dikin. Em li Elmanyayê nexwedî rêxistinbûneke wisa ne. Ez li gelek deveran di tevgerên jinan de bûm. Lê ya herî bandor li min kirî tevgera jinên Kurd bû.”



Antonîa got, niha li Bakurê Kurdistanê lêkolînan dikin û heta niha bi gelek saziyên jinan re hevdîtin kirine, bi KJA û Akademiya Jinan re hevdîtin kirine. Antonîa weha dirêjî da gotinên xwe: “Me JINHA û Dayikên Aştiyê jî tevlî projeya xwe kir. Xebatên JINHA’yê bandoreke mezin li me kir. JINHA mînakeke baş e.” Antonîa got, piştî girtina dîmenan biqedînin, ew ê fîlmê xwe bişînin mîhrîcanan. 


 JINHA /AMED