
Nivîskar û lêkolînera Kurd Gulçîçek Gunel Tekîn li paytexta Elmanyayê Berlînê li ser babeta gelkujiyên dîrokî yên dewleta Tirk û komkujiyên dawiyê yên li bakurê Kurdistanê semînerek pêşkêş kir.
Nivîskar Tekîn di gotara xwe de behsa gelkujiya (qirkirina) Ermen, Asurî-Suryanî, Nasturî û Kurdên Êzîdî kir û diyar kir ku ev kevneşopiya gelkujiya dewleta Tirk îro jî li bakurê Kurdistanê bi rêbazên herî dijmirovî ve dewam dike.
Lêkolîner û nivîskara Kurd Gulçîçek Gûnel Tekîn heta niha babeta gelên Ermen, Asurî, Nastorî û hindikayên din yên li Anatolya û Mezopotamyayê bi awayekî akedemîk vekolaye û hejmarek pirtûk li ser mijarê nivîsandine. Tekîn ku bi xwe jî ji mamostetiyê malnişîn e di semînera li Berlînê de gotara xwe bi zimanê Elmanî pêşkêş kir.
Semînera nivîskar Tekîn li August Bebel Înstîtût a li Mûller Str. ku ser bi Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD) ve ye, hate lidarxistin.
Di semînerê de li gel Tekîn, lêkolîner û nivîskarên wek: Prof. Tessa Hofmann, Dr. Grayer Koutcharian, lêkolîner Recep Maraşli, Nîhat Kentel û li dor 50 kesî beşdar bûn.
Gûlçîçek Gûnel Tekîn di semînerê de behsa serhatiya xwe zya jiyanê û têkiliya wê bi qirkirinên li ser erdên Anatolyayê kir.
Pîrika Vero û serpêhatiya Ermenan
Tekîn got; "Ez ji Batmanê me, ji Kurdistanê me. Ez bi xwe jî Kurd im, hezkirina min a ji bo gelê Ermen di zaroktiya min de veşartiye. Jina ku wek pîrik alîkariya hatina min a dinyayê kirî yeke Ermen bû; navê wê Vero bû; berevajiyê kincên din yên jinên Kurd wê tim reş li ber xwe dikir, tim xemgîn bû. Di nav gundekî Kurdan de tekane Ermen ew bû. Min fêm nedikir ka çima di nav gund de ew bi tenê Ermen e."
Îslamkirin û Tirkkirin polîtîkaya sedsalî ye
Tekîn paşê îşaret bi siyaseta qikirina fizîkî û çandî ya dewleta Tirk kir: "Gava ez çûm dibistanê min jî nedikarî yek peyvê jî bi Tirkî biaxivim. Destûr bi tenê ji bo Tirkî hebû û zimanên din tev de qedexe bûn. Me bi tenê dikarîbû di xewnên xwe de bi Kurdî biaxivin. Ev trawma bû ji bo me. Piştî ku ez wek mamoste giham, wê demê min baştir fêm kir ku dewleta Tirk çawa gelê min û gelên din di bin zilmeke nedîtî de dîl girtiye. Polîtîkaya sedsalî ya dewleta Tirk îslamkirin û Tirkkirina gelên din bû. Min êşkence û tedahiya di rûyê pîrik Vero de careke din nas kir û bi bîr anî. Piştre ez ji kurê Vero hîn bûm ku malbata wê tev de hatiye qetilkirin, ew jî ji aliyê Kurdan ve hatiye rizgarkirin û bi mêrekî Kurd re hatiye zewicandin."
Kurd gelkujiya Ermenan vedibêjin
Tekîn dewra Kurdan di van komkujiyan de jî ji bîr nekir: "Piştre ez di lêkolînên xwe de rasta serpêhatiya gelên Ermen, Asurî, Cihû, Yewnan û hindakiyên din jî hatim. Mixabin ev gelkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin plankirin û birêvebirin ji aliyê hin serkêşên wê demê yên Kurd ve jî hatin destekirin. Ji wan re gotin, eger hûn Ermenan ji vir dernexin dê Kurdistan ji holê rabe û Ermenîstan ava bikin. Herwisa jin, zarok, kal û pîr hatin qetilkirin û ev jî sedîsed jenosîd ango gelkujî bû. Min di pirtûka xwe ya bi navê: Kefenê Reş de nivîsand. Ji Amedê heta Wanê heta bi Hekkariya bi gelek mirovên kal û pîr re ez peyivîm. Di pirtûka bi navê: Kurd Gelkujiya Ermenan Vedibêjin-Bêşûştin Min Veşêrin de jî encam tomar kirin. Kurdên ku ez bi wan re axivîm û piraniya wan jî li dor 100 salî bi temen bûn, tevan got û teqez kirin ku ew bûyer gelkujî bû. Ez dixwazim li ser navê gelê xwe lêborînê ji tevahiya gelên hatîn qirkirin bixwazim, bejna xwe li ber wan ditewînim.
Ji misilmanan re gotin; van file û bêîmanan bikujin û bila mal, milk heta jin û zarokên wan jî ji we re bin. Piştî wan qirkirinan jî bi polîtîkaya neteweperest û tekperest a dewleta Tirk bi hezaran Yewnanî, Asûrî, Cihû, Ermen û Kurd hatin asîmîlekirin."
PKK ê polîtîkaya dewleta gelkuj û asîmîleker têk bir
Gulçîçek Gulen tekînê dewra berxwedana gelê Kurd a siyasî û eskerî jî ji bîr nekir û weha dirêjî da axaftina xwe: "Lê Kurd li dijî vê polîtîkaya asîmîlasyonê rabûn û wan bi pêşengiya gerîlayên PKK´ê li ber xwe da, bêhtirî sih salan e li dijî dewletê têkoşîneke bêhempa dimeşînin.
Di van du mehên dawî de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi sedan zarok, jin, mêr, kal û pîr hatin qetilkirin. Di heftêya dawî de li Cizîrê û li Amedê bêtirî dused kes bi saxî hatin şewitandin. Bajarên Cizîrê û Sûra Amedê ku wargehên dîrokî yên Kurdan in bi tevahî xera kirin. Farqîn jî her wisa kirin kavil. Destûra veşartina gelek kuştiyan nedan û bi hefteyan cesedên jinan li kolanan ma. Nehiştin ku ambulans têkeve taxan û birîndaran rake. Gelek pitik û jinên ducanî jî bûn hedefa van êrîşên dijmirovî."
Têkoşîna me berdewam e
Li ser pirsa ka rewş wê çawa biencam bibe û gelên li Tirkiye û Kurdistanê bikarin bi hev re bijîn jî Tekîn got: "Divê em li têkoşîna xwe dewam bikin, helbet zeximtir û bi baeriyeke hîn xurttir. Divê Ewropa jî dengê me bibihîse. Têkoşîna me ya demokratîk û rewa bibîne. Divê zextê li ser dewleta Tirk bikin da ku dîaloga di navbera PKK-HDP û hikûmetê de dîsa dest pê bike. Mixabin serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel hê jî bi alîkariya pirralî, destekê dide pergala AKP´ê û Erdogan a mirovkuj."
YEKO ARDIL/BERLÎN