Ev havîn bi her awayî havîneke germ e. Havîneke tijî nakokî û alozî ye. Rewş her ku diçe aloztir dibe. Her kesî hêvî dikir ku piştî hilbijartinê hinek guherînên erênî pêk werin, rê li ber aştî û çareseriyê vebe. Lê mixabin wisa nebû. Her wekî pêşiyên me gotiye; “Bextê romê nîn e” rayedarên dewleta Romê dev ji dek û dolaban bernedan, lewre jî pêşketin pêk nehatin.
Niha şer û lêkdan her ku diçe gurtir dibin û her roj çend ciwan têne kuştin. Heke bi vî rengî biçe, dibe ku ev şer bigihêje asta şerekî navxweyî û bibe sedema mirina bi hezaran kesî. Li hemberî vê yekê mirovên aştîxwaz û azadîxwaz divê bikevin nav liv û tevgerê û destûrê nedin şerekî bi vî rengî. Ji ber ku şerekî navxweyî bi kêrî tu kesî nayê. Pirî caran hinek nas û dost dibêjin, “Heta ku xera nebe, çênabe”, dema ku dil û hinavên mirov bi kirinên dagirkeran disojin, gotinên bi vî rengî wekî tasek ava kaniyeke li çiya û geliyên Kurdistanê dilê mirov hênik dikin. Lê di rastiya xwe de xerakirin her tim bi kêrî avakirinê nayê. Huner ev e ku mirov bêyî xerakirin karibe, rengê xwe bide civakê û ramanên xwe di şaneyên civakê de bi cih bike.
Îro pêdiviya kesî bi xerakirinê nîn e, pêdiviyê me hemûyan bi avakirinê heye. Em di avakirina civakeke azad û demokratîk de çendî jîr û jêhatî bin, ew çendî em ê karibin bingeha civakeke azad û demokratîk pêk bînin.
Her wiha divê em ji bîr nekin ku çarenûsa gelên Rojhilata Navîn bi gelemperî û gelên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn pêkvegirêdayî ye. Îro kes nikare bûyer û rûdanên li Sûriye, Misir, Îran, Tirkiyeyê ji hev cuda bifikire. Pêşketineke ku li welatekî pêk tê, bandora xwe li welatên din jî dike. Divê em bi tengbîniyeke neteweyî nêzî bûyeran nebin. Bi gelemperî li rewşê binêrin û hewl bidin ku rewşê bi gelemperî biguhêrin. Gelê kurd dixwaze li seranserî Rojhilata Navîn bibe hêzeke diyarker ê azadî û demokrasiyê, ji bo vê yekê jî hewl dide ku yekitiya xwe ya neteweyî pêk bîne. Lê kurd bi tena serê xwe nikarin kêşeyên herêmê çareser bikin, ji bo vê yekê divê bi hêzên azadîxwaz ên gelên din re jî yekgirtineke demokratîk pêk bînin.
Heke em bi tenê xwe bi Kurdistanê sînor bikin, em ê bikevin dafikekê, divê em çeperên li dora xwe bişikînin, heval û hogirên xwe zêde bikin. Ji bo mayendekirina statûya xweseriya demokratîk jî pêdiviya gelê kurd bi vê yekê heye. Di bin êrîş û dorpêça hêzên şovenîst û kevneperest de pergaleke demokratîk nayê avakirin. Ji ber vê yekê jî divê serê pêşîn li her cihê ku kurd lê dijîn, bi gelên din re danûstandinên me zêdetir bibin, hişmendiya demokratîk li her cihî were avakirin. Di vî warî de tiştê girîng avakirin û mayendekirina vê pergalê ye. Heke xebatên avakeriyê baş neyên meşandin, daxuyandina vê yekê bi kêrî tiştekî nayê.
Li gorî bîr û baweriya min diviya îro me ji xebatên KCD’ê zêdetir, xebatên Kongreya Neteweya Demokratîk nîqaş bikirana, em bi van xebatan biketana rojeva Tirkiyeyê. Dema ku mirov bala xwe dide nirxandinên birêz Ocalan jî mirov vê rastiyê dibîne. Di nirxandinên wî de cihekî taybet ji van xebatan re têne veqetandin. Lê hê jî di vî warî de tu xebatên berbiçav nîn in.
Mijareke din jî heye ku divê êdî em bi awayekî zelal diyar bikin. Kongreya Civaka Demokratîk çendî karibe hemû beşên civaka kurd temsîl bike, ew çend dê xebatên wê geş û gur bibin. Lewre jî divê hemû beşên civaka Kurdistanê bi rengê xwe, bi bîr û baweriyên xwe, “wekî xwe” di nav vê xebatê de cih bigirin. Divê bi tu awayî yekrengî û yekdengî li ser wan neyê ferzkirin.
Heke em karibin xebatên Konferansa Neteweyî û Kongreya Neteweya Demokratîk bi hev re bibin sêrî, em ê karibin riya aştî û azadiyê vekin û rê li ber şerekî navxweyî bigirin. Hingî em ê karibin têkoşîna azadiyê li seranserî Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bikin.