Li derdora Gola Brahîm Xelîl a Rihayê dar vê zivistanê pelên xwe weşandin lê beytikan xwe ji wan re kir pel û star. Komên beytikan ên ku berêvarê li asîmanan bi ahenga reqsê difirin, piştî ku roj diçe ava li ser daran dinişin. Welatiyên ku tên serdana kele, gol û cih û warên Hz. Brahîm ji dayik bûyî, hinekî navberê didin gera xwe û li beytikên li ser daran temaşe dikin. 


 RIHA