Girseya ku li Tesisên Bardakçilar a dervê Êlihê kom bûn, bi konvoya mezin a ji sedan maşîneyan pêk tê li gel heyeta BDP û KCD'ê qatin pada Mîtîngê ya peş Nexweşxaneya Farabî. Bi hezaran welatî ji serê sibê de hatin qada Tesîsa Bardarçiyan û piştî heyeta KCD'ê û BDP'ê hat li gel heyetê bi konvoy û meşê, bi dirûşm û pankartan hatin qada mîtîengê.  Bi hezaran kesên ku gihiştin ber qada mîtîngê di 6 nokteyên lêgerînê re derbas bûn. Gelek polîsan bi maşiyên zirxî derdorê qada mîtîngê dorpêç kir û bi zêdebûna polîsan bala xwe kişandin. Lê girsê li gel vê zêdebûna polîsan jî dîsa dirûşmên "Êrîş me bêzar nakin", "Ez livirim", "Li vîna xwe xewdî derdikivim", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li ser platformê jî pankarta mezin a "Ez li virim, li vîna xwe xwedî derdikevim" hate vekirin. Dîsa li qada mîtîngê girsê pankartên "Êm li hemberî zulim û tundiyê serî natewînin" "Em li vîna xwe xwedî derdikevin" dawîzên "Ez livirim", "Bibe endamê BDP'ê rakirin. Mîtîngê bi axaftina Hevserokê BDP'a Êlihê Selim Aratemur dest pê kir. Di mitîngê de Perlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Ayla Akat Ata û Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, hevserokê KCD'ê Ahmet Turk berdewam kir. Mitîng bi  guhdariya muzîkê bi dawî bû.

ÊLIH