Hejmara 150’î ya kovara Nûbiharê derket. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk, got, wan ev rêya hanê ya weşanê li dijî asîmlasiyonê dabû ber xwe û niha di vê rêyê de 28 sal li dûv xwe hiştine.

Hejmara 150’î ya kovara çand û hunerê ya Nûbiharê derket. Di vê hejmara kovarê de nivîs û helbestên Berken Bereh, Rojan Barnas, Recep Dildar, Rohat Alakom, Abdûllah Încekan, Konê Reş, Mûrad Celalî, Kinyazê Îbrahîm, Salihê Kevirbirî, Hêmîn Omar Ahmad, Şahîn Bekirê Soreklî, Nîhat Gultekîn û Şemoyê Memê hene.

Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nûbiharê Suleyman Çevîk ji bo hejmara 150´î her wiha rêwîtiya xwe ya weşangeriya kovarê jî bi bîr xist. Wî got di Cotmeha 1992’yan de li dijî asîmlasiyonê wan ev rêya hanê dabû ber xwe û niha 28 sal li pey xwe hiştine. Bi îhtîmam wî bal bire ser wê yekê ku ew mineta vê xizmeta ji bo Kurdî nakin, ji ber ku ew vê yeka hanê weke peywira xwe dibînin.

 Nûbihar wê weşana xwe li zehmetiyan nealiqîne

Çevîk destnîşan kir ku di dema pêvajoya çareseriyê de rewşa weşangeriya Kurdî pir baş bûbû, lê belê piştî ku pêvajo bi dawî bû, şer dîsa dest pê kir, rewşa weşangeriyê nebaş bûye, lê belê ev salek e hêdî hêdî liv û tevgerek ji nû ve çêbûye. Çevîk, diyar kir ku her wiha ji ber krîza aborî jî weşangeriya Kurdî di rojên zor û zehmet re derbas dibe, lê ligel ev qas zor û zehmetiyan jî kovara wan wê weşana xwe dewam bike.

Xwîner zêde bûne û li kalîteyê dinihêrin

Çevîk wekî din, bal bire ser rewşa xwendin û nivîsandina bi Kurdî jî. Çevîk, anî ziman ku li gorî berê hejmara kesên bi Kurdî dizanin zêde bûye û got, êdî gava xwendevan pirtûkan dikirin, ne wek berê ne, hîn bêhtir bihûrbijarî tev digerin. Çevîk, sedema neaxaftina bi Kurdî bi nebûna statuya fermî ve girê da û got, ji bo Kurdî belav bibe divê bibe zimanê perwerdehî, huner, çand û bazirganiyê.

 

AMED