Di pêşbirka filmên kurt a Weqfa Sabanci de, filma li ser jinên penaber a bi navê Penaber bûbû filma duyem, lê li bajarê Albanyayê Pogradecê di festîvala Balkan Film Food de bû filma herî baş a filmên herî kurt. 

Derhênera filmê, Ramazan Kiliç, xwendekarê Zanîngeha Bajêr a Stenbolê ya beşa Sînema û Telvizyonê ye. Wî senaryoya filma xwe jî nivîsiye. Filma wî benaber di nava 47 filmên ji 12 welatên Balkanan de bû xwediyê xelata herî mezin. Xwendekarên zanîngehê Fatima Hossam a ji Misrê û Mahmoud Al-Atassi yê ji Sûrî di rolên sereke yê filmê de ne.

Navê film ji cumbuşa Aram Tigran a bi navê Penaber tê û film jiyana jinekî bi 5 wêneyên cihê vedibêje.

Derhêner Kiliç bi xwe sala 1993´yan li Agiriyê ji dayik bûye. Filmma wî tenê 2 deqîqe û 52 saniyeyan dirêj e, ya rastî ew qasî kin e. 

Film li ser jiyana jinekê û keça wê ye, ku piştî ku mêrê wê hatiye kuştin li Sûriyê berê xwe daye Stenbolê û li wir bi mekîneyeke wênegiriyê ya viewmaster li bîr û xatirayên xwe vedigerin û xwe bi çeng û baskên jiyanê digirin.

Dîmenên filmê li Taksîmê hatiye girtin û xaniyê ku karakterên film neçar mane li dûv xwe bihêlin jî di filmê de bi wêneyekî xuya dike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN