Li bajarê Efrînê bi armanca alîkariya koçberên ku li bajêr dijîn, şahiya mûzîkê hate lidarxistin, şahî bi durişmeya "Ji Efrîna di bin ambargoyê de, ji Cîhanê re" bi rêveberiya saziya Buhar ya alîkariyan û Navenda DARSAZ ya mûzîkê, li salona Jîn ya bajêr hate lidarxistin. Di şahiya ku gelek welatiyên bajêr û nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn de 80 tembûrvanên ji temenên cuda 7 parçeyên mûzîka Kurdî pêşkêş kirin. Ji rêveberên koma mûzîkê Usama Dada da zanîn ku armanca wan ew e ku alîkariya koçberan bikin, her wiha dixwazin çanda guhdarkirina mûzîka Kurdî jî di nava zarok û nifşên nû de belav bikin.

ANHA/EFRÎN